Yekîneyên Tolhildanê li Wan û Edeneyê çalakî li dar xistin

Yekîneyên Tolhildanê li Wan û Edeneyê mal, wesayit û kargehên faşîstan û hevkarên wan şewitandin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed, Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Baran Dersim li Wan û Edeneyê çalakî kirin.

Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

"Di 16'ê Hezîranê de li taxa Sixkê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, wesayita endamê rêveberiya MHP'ê ya aşîst Nadîr Antîka hate şewitandin.

Di 14'ê Hezîranê de li taxa Gundogû ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, li hemberî mala cerdevanê endamê AKP'ê Abdullah Altmiş bi teqemeniyê çalakî hate kirin. Hate hişyarkirin ku dest ji endametiya çetetiyê berde.

Di 11'ê Hezîranê de li Menekşe ya Edeneyê, zeviyên xwediyên zeviyan ên hevkariyê bi rejîma faşîst re dikin hatin şewitandin.

10'ê Hezîranê li sîteya marangozlar a Yenîdogan a Edeneyê, 2 wesayit û atoleyeyeke mobîlyayan ên faşîstan hatin şewitandin."