Yekîneyên Tolhildanê li Başakşehîrê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê li Başakşehîrê li dijî febrîqeyên ku ji artêşa Tirk re dixebitin çalakî kirin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî û Şehîd Soro Amed li Başakşehîr a Stenbolê li dijî febrîqeyên ku kinc û malzemeyên leşkerî ji artêşa Tirk re çêdikin çalakî kirin.

Bi daxuyaniyeke nivîskî der barê mijarê agahî hate dayin. Daxuyanî wiha ye:

'MÎNÎBUS Û FEBRÎQE HATIN ŞEWITANDIN'

"Endamên me yên Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî û Şehîd Soro Amed, di 11'ê Çileyê de li navçeya Başakşehîr a Stenbolê li sîteya pîşesaziyê ya PÎK Dokumculerê, li febrîqeyeke ku ji artêşa TC a dagirker re kincên leşkerî didirût çalakiyek kirin. Di encama vê çalakiyê de 8 mînîbusên vê febrîqeya tekstîlê şewitîn.

Endamên me yên yekîneyê di heman demê de li sîsteya pîşesaziyê li febrîqeyeke din a ku ji artêşa Tirk a dagirker re malzemeyên wesayitên leşkerî çêdikir çalakiya sabotajê kirin.

'XWEDIYÊ FEBRÎQEYÊ HATE KUŞTIN'

Di encama vê çalakiyê de jî kargeh bi temamî îmha bû û gelek wesayitên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker hatin îmahkirin. Di çalakiyê de xwediyê febrîqeyê hate kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Li vê febrîqeya ku li qadeke ji hezaran metreçargoşeyî belavbûyî xisareke mezin a madî rû da.

Li dijî van febrîqeyên ku ji bo şerê li dijî gelê Kuredistanê malzemeyên leşkerî û alavên leşkerî amade dikirin, endamên me yên yekîneyan bi taybetî çalakî kirin û bi rengekî serketî li wan dan. Qeymeqamtiya Başakşehîrê û medya derewîn a dewleta Tirk nekarîn şewata li febrîqeya tekstîlê rave bikin û ji bo çalakiya li febrîqeya pîşesaziyê ya malzemeyên leşkerî jî nûçeyên derewîn weşandin û gotin ku ji ber teqîna li daîreya qazanê rû daye û bi vî rengî hewl dan rastiyê veşêrin.

HIŞYARÎ: EM Ê BIKIN HEDEF

Em careke din dibêjin; febrîqeyên ku piştgiriyê didin şerê li dijî gelê Kurdistanê û malzemeyên leşkerî hildiberînin, çavkaniyên aborî, xwediyên febrîqe û rantê wê bibin hedefê me. Em ê şerê qirêj ê dewleta Tirk a qirker û dagirker, derewên medya wan a derewîn bi çalakiyên xwe parçe parçe bikin."