Yekîneyên Tolhildanê li Îzmîrê wesayîtek şewitand

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat diyar kir ku wan li Bayraklî ya Îzmîrê wesayîtek a şirketek taybet dane ber agir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Roja 16’ê Mijdarê li Bayraklî ya Îzmîrê Yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat li dijî wesayîtek bazirganî ya şirketek taybet çalakiyek hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de gelek teqîn di wesayîtê de çêbûye û tirsek mezin xiste nava faşîstan, ev wesayîta şirketa faşîst bi giştî bû xwelî.”

Yekîneya Tolhildanê diyar kir ku çalakiya me ji bo bîranîn Şehîd Mehmet Sevgat hatiye lidarxistin û ev anîn ziman: “Ev beşên ku dibin hevkarê şer ê faşîst û polîtîkaya qirêj a dewleta faşîst a li dij gelê Kurd, her weke hetanî niha wê ji vir û şûnde jî bibin hedefa me.”