Yekîneyên Tolhildanê li 10 bajaran çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz li 10 bajarên cuda çalakî kirin û bîlançoya çalakiyan bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz bi daxuyaniyekê ragihand ku 10 bajaran çalakî kirine. Hate ragihandin ku çalakiyên li Wan, Amed, Êlih, Îzmîr, Agirî, Sêrt, Stenbol, Edene û Mersînê li dijî polîsên dewleta tirk a faşîst û xayninan hatine kirin.

Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne:

WAN

"Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zerdeşt Che û Şehîd Zîlan Semsûr li nêzî Dibistana Seretayî ya Sempas a Yenîmahalleyê li dijî polîsên dewleta Tirk bi teqemeniyê çalakî kir. Di encamê de 2 polîs birîndar bûn.

Di 5'ê Mijdarê de li taxa Karşiyakayê li kolana firin 2 nokerên AKP'ê hatin cezakirin.

Heman rojê li Yenîmahalleyê bi çekên ferdî li dijî wesayita li dewriyeyê digeriya çalakî hate kirin. Wesayita dijmin ji herêmê reviya.

9'ê Mijdarê li taxa Îskele ya navçeya Tûşbayê wesayiteke polîsan hate şewitandin.

15'ê Comtehê trafoyekî saziya elektrîkê ya Wan Westanê hate îmhakirin.

AMED

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Amara Ronahî û Şehîd Doga Rizgar 3'ê Mijdarê li qada Ogûzlarê qemyonek û 7 wesayitên li ser bi sabotajê şewitand.

Ji 4 heta 8'ê Mijdarê li Yenîşehîrê stasyoneke bazê hate şewitandin, li Farqînê bi fîşekên hewayî û bombeya deng li dijî polîsan çalakî hate lidarxistin û li taxa kale ya Farqînê jî li dijî wesayita li dewriyê digeriya bi çekên ferdî çalakî hate kirin.

11'ê Mijdarê li Farqînê bi teqemeniyê li dijî polîsan çalakî hate kirin, 13'ê Mijdarê li heman navçeyê trafoyê elektrîkê hate şewitandin.

ÊLIH

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Yilmaz Dersim 2'ê Mijdarê li navçeya Hezoyê sê wesayitên çêkirina rê ku ji bo qereqolê dixebitîn şewitandin.
Di navbera 5 û 13'ê Mijdarê de kargeheke AKP'iyeykî, du qemyonên nokeran hatin şewitandin, du nokerên dijmin ên narkotîk difirotin hatin cezakirin, çeteyeke ji çar kesan a fûhûş dida kirin hate cezakirin.

ÎZMÎR

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Armanc Amed, Şehîd Roj Botan ji 9 heta 15'ê Mijdarê li Karabagê kargeh û xwediyê wê yên ku malzemeyên ji bo erdhejzedeyan hatibûn şandin diforitin hatin cezakirin, li Bûcayê marketa Şok hate şewitandin, li Esenlerê maleke ku narkotîk lê dihate firotin, li Foçayê jî qadeke çandinî hatin şewitandin, li Bayrakliyê wesayita nokerekî ku propaganda ji bo AKP'ê dikir hate şewitandin.

AGIRÎ

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mazlûm Agir û Şehîd Hogir ji 1 heta 12'ê Mijdarê li navçeya Bazîdê dirûşmên pêngava dema azadiyê nivîsandin û li navenda Agiriyê li du deveran çalakiyên bi bombeya deng lidar xistin.

SÊRT

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Berfîn di navbera 1-7'ê Mijdarê de li taxên bajêr li dijî tecrîdê dirûşm nivîsandin û li hin deveran bi bombeyên deng çalakî lidar xistin.

SKENDERÛN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Huseyîn, Şehîd Cîger Amed, Şehîd Alî Norşîn di 4'ê Mijdarê de li Bûlûttepeyê wesayita MHP'iyan û 8'ê Mijdarê jî li Esentepeyê stasyoneke bazê şewitandin.

STENBOL

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîd Helmet di navbera 1-16'ê Mijdarê de li sê herêmên Stenbolê 13 wesayit, du market şewitandin.

EDENE

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Tolhildan di navbera 1-8'ê Mijdarê de li Pozanti Yuregîr û navenda bajêr 6 wesayitên faşîstan şewitandin.

MERSÎN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zeynep Amanos di navbera 1-9'ê Mijdarê de di çarçoveya pêngavê de dirûşm nivîsandin, li du deveran bi teqemeniyan çalakî kirin û zerar dan mala MHP'iyekî û ceza kirin."