Yekîneyên Tolhildanê dijî tecrîdê çalakî kirin
DGH û DGK-H li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo slavkirina berxwedana zindanan li Stenbolê çalakî kirin.
DGH û DGK-H li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo slavkirina berxwedana zindanan li Stenbolê çalakî kirin.
Yekîneyên Tolhildanê yên Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGK-H) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo slavkirina berxwedana grêva birçîbûnê ya li zindanan a dijî tecrîdê çalakî kirin.
Yekîneyan li Kuçukçekmece ya Stenbolê li taxa Kanaryayê li dijî polîsên Tirk û çeteyên madeyên tiryakê çalakî kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin yekîneyên wan 7'ê Kanûnê li Kuçukcekmece ya Stenbolê li taxa Kanarya li dijî polîsên Tirk bi bombeyên deng û fîşekên hewayî çalakî kirin, piştî çalakiyê gelek polîs û tîmên taybet şandine cihê çalakiyê, tax hatiye dorpêçkirin, dîsa jî yekîneyên wan bi sax û silamet ji qada çalakiyê derketine.
Bi berdewamî hate gotin 9'ê Kanûnê li Kuçukcekmece ya Stenbolê yekîneyên tolhildanê li dijî çeteyên tiryakfiroş bi armanca hişyarîdayinê çalakî kirine.