Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyan a meha Tebaxê eşkere kir

Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyan a meha Tebaxê li 8 bajaran pêk anîn, eşkere kir.

Yekîneyên Tolhildanê bi daxuyaniyekê ragihand, "Faşîzm li ku derê êrişî civakê bike, gelê me jî wê li her cihî li faşîzmê bixe, wê bi berxwedanê têkoşînê mezin bike."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîrokê nîşanî me daye ku berxwedana radîkal nebe nepêkane ku faşîzm bê hilweşandin. Li dijî komkujî û êrişên ku dewleta Tirk li Kurdistanê û li dijî gelê me dike, gelê me jî wê mafê xwe yê çalakiya rewa bi kar bîne."

Di daxuyaniyê de bîlançoya çalakiyên meha Tebaxê hate eşkerekirin.

AMED

Li gorî daxuyaniyê, li Amedê li taxên Baglar û Şehîtlîkê nokerên ku narkotîk difirotin hatin cezakirin.

Li navçeya Farqînê wesayita endamê Meclîsê yê AKP'î hate şewitandin.

Li Farqînê her wiha komeke firoşkarên narkotîkê hate cezakirin û tûgaya leşkerî û derdora wê ya li herêma Kûlfayê hate şewitandin.

Di 10'ê Tebaxê de li taxa Hûzûrevlerî ya Amedê li dijî bekçiyekî çalakî hate lidarxistin û hate ragihandin ku bekçî hatiye cezakirin.

Li Farqînê her wiha trafoyekî elektrîkê yê li taxa Bahçelîevlerê hate îmhakirin û li taxa Tekelê li dijî firoşkarên narkotîkê çalakî hate lidarxistin.

Wesayiteke polîsan jî li navçeya Peyasê hate şewitandin.

Di 22'ê Tebaxê de li ser rêya navbera Farqîn-Êlihê li pêşiya gundê Kepoyê li dijî mînîbuseke zirxî ya ku leşker û cerdevan tê de bûn çalakiya sabotajê hate lidarxistin.

Hate ragihandin ku li navçeya Yenîşehîr mînîbuseke Dedaşê hate şewitandin, li navçeya Baglarê jî kesê bi navê E.Y. ê bi navê rêxistinê pere kom dikir hate cezakirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Farqînê li dijî wesayiteke dijmin a li dewriyeyê digeriya bi teqemeniyê çalakî hatiye lidarxistin.

WAN

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên li Wanê jî ev agahî hatin parvekirin:

"Li taxa Yalîmerezê bi teqemenî û çekên ferdî li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Ûral çalakî hate lidarxistin. Di encamê de agir bi wesayitê ket. Her wiha li polîsekî hate xistin.

Li taxa Karşiyakayê du kesên ku xizmet ji dijmin re dikir hatin hişyarkirin.

Li taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtanê di 12'ê Tebaxê de wesayita cerdevanekî hate şewitandin.

Di 16'ê Tebaxê de li kolana Demokrasiyê ya Sixkê bi teqemeniyê li polîsan û wesayita wan hate xistin, demeke dirêj şer qewimî û dijmin neçar ma xwe ji qadê vekişîne.

Di 19'ê Tebaxê li Xaçortê kesekî ku xwe weke milîs dida naskirin û hewl dida gelê me bixapîne ji aliyê yekîneyên me ve hate cezakirin.

Li Artemêtanê stasyoneke bazê hate şewitandin.

Li taxa Stasyonê ya Tûşbayê du kesên ku xizmet ji dijmin re dikirin hatin cezakirin."

AGIRÎ

Li gorî daxuyaniyê, di 3'ê Tebaxê li taxa Cûmhûriyetê ya navçeya patnosê ya Agiriyê leşkergeh bi çalakiya sabotajê hate şewitandin. Her wiha di 15'ê Tebaxê de du wesayitên faşîstan ên li taxa navenda Agiriyê hatin şewitandin.

BEDLÎS

Hate ragihandin ku li Bedlisê jî di 14'ê Tebaxê de li navçeya Tetwanê wesayiteke leşkerên dijmin hate şewitandin.

ÊLIH

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên li Êlihê jî hate ragihandin ku qemyoneke TEDAŞ'ê li taxa Baglarê, dibistana seretayî ya Selçûklû ya li heman taxê, wesayita Turkpetrolê hatin şewitandin.

Her wiha li ser rêya Êlih-Bedlîsê di 15'ê Tebaxê de li dijî wesayiteke leşkerî çalakiya sabotajê hate lidarxistin û 5 leşker birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di 23'ê Tebaxê de li pişt nexweşxaneya dewletê ya navendî leşkerekî pispor ê artêşa Tirk hate cezakirin.

Her wiha 27'ê Tebaxê li taxa Petrolîsê wesayita endamekî AKP'ê hate şewitandin.

STENBOL

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Stenbolê, li navçeya Kuçukçekmeceyê mînîbuseke servî ya AKP'iyeyekî, wesayita faşîstekî, li navçeya Sûltangaziyê trafoyekî elektrîkê, li Dragos a Maltepeyê du wesayitên faşîstan, li herêma Gulsûyû ya heman navçeyê jî 2 wesayit, li Kuçukyaliyê buroyeke emlaqê û du wesayitên faşîstan, li Merterê atolyeyeke tekstîlê ya ku malzemeyên leşkerî ji faşîstan re çêdikirin hatin şewitandin.

Her wiha hate ragihandin ku li Beykozê 5 wesayit hatin şewitandin û li Habîbler a Stenbolê li dijî weqfeke ku kadroyên faşîst ji rejîma faşîst a AKP'ê re perwerde dikir çalakî hate lidarxistin.

Lİ Eyupê jî komeleyeke faşîstan hate şewitandin.

MERSÎN

Li ser çalakiyên li Mersînê jî hate ragihandin ku li Tarsûsê wesayiteke hevkarekî AKP'ê, li navçeya Erdemliyê jî oteleke tûrîstîk a faşîstan hatin şewitandin.

EDENE

Têkildarî çalakiyên li Edeneyê hate ragihandin ku li Sariçamê atolye û du wesayitên hevkarên AKP'ê, li taxa Fevzîpaşayê kargeheke AKP'iyeyekî û li Sariçamê jî qadek hate şewitandin.