Yekem wêneyê jiyana wê ya 80 salî....
Yekem wêneyê jiyana wê ya 80 salî....
Yekem wêneyê jiyana wê ya 80 salî....
Dayika Esma ya ji Başûrê Kurdistanê, di 80 sal jiyana xwe bi hinceta ‘gunehe’ tu car destur neda kişandina wêneyê xwe. Wêneyê dayika Esma ku me bi veşarî kişand, belkî yekane wêneyê ku li pişt wê bimîne ye...
Esma Hamîd ku eşîra Herîrî ya herêma Soran a Başûrê Kurdistanê ye, ji ber şerê ku bi salan berdewam kiriye, 3 caran koç kiriye. Dayika Esma ku li gundê Kanîtîrkane, Komaka û Nahşîvan jiyane, di salên 1990’î bûye şahidê şerê KDP-YNK û 2000’î de jî bûye şahidê şerê di navbera PKK û YNK’ê. Ji du birayên xwe yek di şer de û yek jî di şerê eşîrê de wenda kiriye.
Dayika Esma jî wek gelek jinên Başûrê Kurdistanê ji ber ku di şer de xizmên xwe wenda kiriye, ji serî heta binî reş girêdaye.
Dema em bi dayika Esma re sohbetê dikin, em dixwazin ku wî ruyê wê yên ku şahiya êş û azaran kiriye, bikişînin; lê fikar li dijî vê dertê.
Di jiyana xwe de qet wêne nekişandiye û wiha dibêje; Wêne kişandin gunehe. Min qet nekêşandiye.min destur neda zarokên min jî bikişînin. Carekê ji bo kîmlikê ez neçar mam bikişînim.
Li pişt bûkên xwe, xwe vedişêre û sohbeta xwe didomîne.
Em derfetê dibînin û bi veşarî wêneyekê Dayika Esma dikişînin. Ev wêne belkî yekane wêneyê ku li pişt dayika Esma dimîne ye...