Yekane keleh propaganda ye!

Yekane keleh propaganda ye!

Li Antalyayê du kesên ku di hucrê de dihatin ragirtin, bi pirtûka ku li gel herduyan heye bi îdiaya ku propaganda rêxistinê ji hevre kirine îfade dan. “Gumanbara” piştî îfade dan hatin berdan.

Li Tirkiyê sîstema qanûnê gihiştîne rewşa xwe ya dawî, mînaka vê ya herî balkêş roja derbasbuyî li Antalyayê jiya. Di sala 2012’ê de Gûlçîn Bulut  hatibû girtin û di 8’ê Cotmehê de hate berdan. Gulçîn Bulut û  Yurdagûl Gûmûş jî ber sucekî din ji bo îfadedanê çûn dozgeriyê. Bûlût û Gûmûş li dijî sûcdariya li wan hatkirin matmayî man. Herdu li hûcreya ku lê diman ji ber pirtûka di destê wan de bi propagandaya rêxistinê hatin sûcdar kirin.

Li gorî nûçeya Murat İnceoglu ya di rojnama Cumhuriyetê de piştî operasyona hemwext ya ku li ser Eniya Gel li gelek bajaran di 20’ê Mijdara 2012’an pêk hat şûnde 7 kesên ku li Antalya hatin girtin, di dema 8’ê Cotmehê de derxistin dadgehê û hatin berdan. Gûlçîn  Bulut û Yurdagûl Gûmûş diyar kirin ku pêwist bû ew li dozgeriyê îfadeyên cûda bidana. Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Pêşvero Mûnip Ermiş diyar kir  derbarê herdu muwekîlên wî de ji ber sedema pirtûka li girtîgehê dîtine lêprisîn hatiye kirin. Ermîş buyer wiha vegot: “Muwekîlên min demek dirêj li girtîgeha Antalya man, piştre hatine veguhestina Alanya. Dema ku li Antalya diman, pirtûkekî Boran Yayincilik di bin çavdêriya komisyona girtîgehê de derbaz bûyî dane wan. Lê pişt re der barê pirtûkê de biryara komkirinê hatiye dayîn. Di dema ketina girtîgeha Alanyayê ji ber vê sedemê dest danîne ser pirtûkê. Heta ku pêş çavdêriya veguhestinê cardin pirtûk dane wan.”

Pitşî girteka rêveberiya girtîgehê girtî, Dozgeriya Alanyayê dosya bi eleqeya tekoşîna bi terorê re rêkiriye dozgeriya Antalyayê. Dozgeriya Antalyayê di der barê Gûlçîn Bulut û Yurdagul Gûşûş de bi rêya pirtûka li gel wan “propagandaya rêxistinê” kirine, lêpirsîn der barê wan de destpê kiriye. Bulut û Gûmûş ku di hucreya du kesî ya girtîgehê de dimînin parêzerê wan Ermîş wiha got: “ Pirtûka ku bi çendîn caran di bin çavdêriya wan de derbas bûye û piştre dîsa dane wan jî danîn aliyekî, ji xwe du kes li gel hev diman û her du jî bi propagandaya rêxistinê kirinê dihatin gunebarkirin. Wê demê ji bo kê propaganda kirine.” Piştî ku Bulut û Gûmûş li dozgeriyê îfade dan şûnde hatin berdan.