YEK-KOM kongreya xwe ya 19’emîn li dar dixe

YEK-KOM kongreya xwe ya 19’emîn li dar dixe

Yekitiya Komeleyên Kurd a Almanyayê (YEK-KOM) dawiya hefteyê 19. kongreya xwe ya asayî li navnîşana urdischer Kulturverein, Kornerstr. 94, 58065 Hagen pêk tîne. YEK-KOM a ku bi dehan komele girêdayî wê ne û bi hezaran endamê wê hene mîna sazîbûn û rêxistina herî mezin a Kurdan li Ewrpoyê jî tê nasîn. Di xabatên rêxistinbûyina Kurdan, lobî û bidestxistina mafên nasnameyî yên Kurdan li Almanyayê YEK-KOM’ê gelek kampanya û xabat meşandin.

Di pêvajoya dîrokî ya çareseriya pirsgirêka Kurd di rojevê de ye wateya lidarxistina kongreya YEK-KOM’ê, xebatên dema borî yên hatin lidarxistin, aliyên serkeftî û lewaz ên van xabatan, bendawariya ji kongreya dawiya hefteyê û plansaziya pêvajoya nû çi ye? Ji bo lêgerîna bersivên van pirsan Cigirê Serokê YEK-KOM’ê Bahaddîn Dogan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ji Erdem Înal re axivî.

Em bi xebatên YEK-KOM’ê yên sala borî dest pê bikin; hûn dikarin bêjin saleke serkeftî bû an biryarên kongreya 18’êmin hatin bicîh anîn?

Federasyona me li Almanyayê saziya civakî ya herî mezin a Kurda ye. Li Almanyayê berjewendiyên nasnameyî yên Kurdan (civakî, siyasî, aborî û çandî) diparêze. Di bin sîwana xwe de 65 komeleyan vedihewîne, bi hezaran endam û xebatkarên xwe re li her bajar û bajarokan ku Kurdistanî lê dijîn kar dike. Di nava civata Almanya de ji aliyekî ve têkoşîna parastina nasname û çanda Kurd dimeşîne, ji aliyê din ve jî hewl dide bi saziyên civakên din ên penaber re têkiliyê deyne. Ji ber ve rol û misyona we  mazine. Li hembêrî hemû pirsgireken ku Kurd dijîn xwe mesul dibîne.

Sala borî ji bo kar û xebaten federasyona me, salake têr û tijî bû. Di nava salê de gelek xebat hatin meşandin. Rêveberiya me, bi endamên komeleyan re tevahiya salê  hewl da pêvajoyê rast fêm bike û pêdiviyên wê bicih bîne. Tevî ku di nava tevahiya pêvajoyê de gelek xebatên me yên serketî (kampanya nasname û kampanya endametiya komeleyan, çalakiya Festîvalê, kampanya îmzeyan û hwd) pêk hatiye jî, divê em destnîşan bikin ku em ne gihaştine hedefên xwe yên li nava rayagiştî ya hindurîn û derve.

Hinek ji komeleyên me, hin deman bi pêş ketin, lê hinek ji wan jî hêna di rewşeke xetimandî de ne. Ji bo berpirsyarî û wezîfeyên girîng ên li pêşberî pêvajoya nû bi cih werin anîn hewldanên gelekî mezin hatin dayin û di vî karî de encamên erênî derketin. Herçend di karên me yên komelebûyînê de pratîkeke baş hate nîşandan jî, ji ber çalakiyên zedê yen demê gelek biryarên di kongre û civînan de hatin girtin ji bi cih ne hatin. Di vi warî de hêza xwe ya rexistinî bi tevahî me seferber nêkir.

Encamên kampanyaya nasnameyê ya bi pêşengiya federasyona we hate meşandin çiqasî serkeftî bû? Pêvajoya pêş ev xebat bi kîjan rengî wê bidome?

Li hemberî hemû kemasiyan û aliye wê yen lewaz jî cara yekem bû ku bi kampanyayeke bi vî rengî Kurd hatin rojevê û daxwazen xwe pêşkêşî hikûmeta Almanyayê kirin. Me xwest ku em edî ne Tirk, ne Ereb, ne Faris; yanî  em ji bi nasnama xwe weke Kurd wêrin naskirin. Vê xebate hêvî û heyecaneke mezîn da Kurda. Ji welat bakûr, başûr, rojava, rojhilat û hetanî Kurden kafkasyayê; hemû rêxistin û saziyên Kurd ên li Almanyayê, yekem car li dora ve kampanyayê li hev civiyan. Di xwedî derketina kampanyayê de rihekî yekîtiya Kurd derketê hole.

Yek ji xebatên girîg û watedar ên vê demê, Konferansa naskirina nasnameya Kurd a li Parlamentoya Federal a Almanyayê bû ku di 15’ê Cotmehê de li gel saziyên dost û Kurdistanî, bi pêşengiya federasyona me ve hat organîzekirin. Tevî kêmasiyan jî xebateke girîng hat meşandin. Lê divê xebateke profesyoneltir bê meşandin. Bi vê kampanyayê re, mîna li çar aliyên Kurdistanê, hemû kesayet û saziyên Kurd ên li Almanyayê hatine himbêzkirin. Rêxistinên penaber, derdorên şoreşger ên Tirkiyeyî, kesayet û saziyên gelên cuda yên mîna Alman, Tamîlî, Ermenî, Fîlîstînî, Spanî û hwd. gotin; “Ez jî Kurd im, dixwazim nasnameya min bê naskirin”. Li ser navê saziyên ku piştgirî dane kampanyayê, ji Parlamentoya Federal a Almanyayê, parlamentoyên eyaletan û serokên fraksiyonan re name hatin şandin. Her wiha di tevahiya kampanyayê de piştigirî ji nêzî 200 sazî, rewşenbîr, hilbijartî, sendîka, karmend, nivîskar û siyasetmedaran, hat girtin.

Kampanya Danasîna Nasnameya Kurd divê mîna kampanyayeke YEK-KOM’ê sînorkirî nemîne. Gelê me û saziyên Kurd xwedî lê derkevin û bihêztir bibe. Divê ev xebat weke karekî demdirêj bê dîtin û daxwazên me perçe bi perçe were qebûlkirin. Ji bo vî karî, lazime li eyaletan ji kesen pispor komên xebatê bên avakirin. Di vî warî de divê Kurd xwedî israreke mezin bin.

Tevî potansiyeleke mezin a Kurdan heye jî sedemên sar nêzîkbûna  gel a endamtiya fermî ya komeleyan çi ne?

Ji sarbûna gel wêdetir em pirsgirêkê mîna pirsgirêka xwe û lawaziya xebata xwe dibînin. Weke rêveberiya federasyonê, di warê pêşengiya endametiya komeleyan de kêmasiyên me derketin. Tevî hebûna derfetan, me ev qada xebatê baş bikar neanî. Pirsgirêka bingehîn a di vî warî de ew e ku li gel kampanya endametiyê jî têgihiştina endametiyê di nava rêveberên me de bi cih nebûye û ev têgihiştin bi gel nedane fêmkirin. Tevî kêmasiyên di nuqteya qezençkirina endaman û parastina mafên endametiyê de, hin komeleyên me li ber xwe dane û gelek ji wan bi ser jî ketine. Hin komeleyên me, di nava sale de hejmara endamên xwe ji sedî sed, ji sedî heftê, ji sedî şêst zêde kirine û ev yek jî serketineke gelekî girîng e. Divê em pirsgirêkên xwe yên kampanya endametiyê bi şiyara “Pêwîste ti Kurdekî ne endamên komeleyên me nemîne” bi rengê cuda kampanya bê  berdevam kirin.

Lobî û xebatên raya giştî di kîjan astê de hatin meşandin?

Li Almanyayê, em komeke mezin a penaberin û li gorî mezinahiya rêxistinbûyîna xwe, eger em endamên xwe li gorî armanca xwe birêxistin bikin, em dikarin weke muxetabekî mezin bên dîtin. Lê belê, gava mirov li rewşa xwe ya heyî û li karê xwe dinêre, tê dîtin ku em ji vê astê gelekî dûr in.

Xebatên me yên têkiliyên derve, herçend li gorî dema berê pêşveçûnek hebe jî, em weke rêveberiya federasyonê ji ber asta heyî pêwistî bi rexnedayînê di bînin. Li gel hebûna endam û derfetên têrker, di warê seferberkirina vê hêzê de em kêmasiyan dijîn. Di heman demê de, ji bo ragihandina xebatên me yên li nava raya giştî, em navgîna çapemenî û weşanê jî, nekarin baş bikar bînin.

Sala borî de li gelek eyalettan de bi partiyen siyasî, saziyen civakî û bi kesayeten re hevdîtîn hatin çêkirin. Li gorî pêşketina civînen çapemeniye hatin lidarxistin û mabesta raya giştî be agahdarkirin  dosya û belavok hatin amadekirin.

Li welat û Ewrupa li hemberî bûyer û pirsgireken ku rû dane xabatên mîna helwestgirtin, daxûyaniyen çapemeniye, meşên  protestoyî, çalakî, xwepêşandan, grêvên birçibûne, bîranîn, civînen gel, panel, seminer, rojen fîlman û hwd. hatin meşandin. Dîsa heftêyen çandê hatin lidarxistin,  Festîvala Navnetewî û Newroza Navendî hatê organîze kirin. Resepsiyonen Newrozê Aachen, Mönchengladenbach, Grovenbroich, Bielefelde di salonan de, li Hamburg û Dressdenê li parlementoyên eyaletê hatin çêkirin. Komeleyên me beşdarî gelek festîval û çalakiyen bajaran bûn. Meşên mîna 1’ê Îlolê Roja Aşîtiya Cîhane, 4 Îlonê tevlîbûna çalakiyen Tatort Kurdistan, 8 Adarê Roja Jinen Kedkar a Cihanê bi sazî û dezgehen biyanî re tevlîbûna meş û xwepêşandane hatê kirin. Ji bo hilbijartinên Parlementoya Federal 2, ji bo yên eyelatan jî 5 namzet me destnîşan kirin.

Di vî warî de çiqas kar û xebaten serkeftî ji hatibin meşandin, gava nifûs û potansiyela Kurdan a îro li ber çavan were girtin, rewşa temsîlkariya komeleyên me, bi qasî tinebûnê kêm û qelse. Divê ev yek baş bê zanîn; eger Kurd xwe li saziyên rêveberiyê yekser temsîl neke, nikare bandorê li qada siyasî jî bike. Ji ber vê yekê, xebatên têkiliyên derve yên komeleyên me, xwe veguherîne xebateke ku bibe stûnên bingehîn.

Pêwistî heye ku Kurdên li Almanyayê dijîn, ji bo çareseriya pirsgirêkên komên cuda yên penaberan û civaka Alman dijîn, li platformên cuda yên hevpar de gotûbêj bikin, ji bo paşerojê bigihêjin biryarên hevpar, bi sazî û dezgehên hevdeng (rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî) re li ser hin projeyan werin cem hev û çalakiyan pêk bînin.

Bendewariya we ji kongreya dawiya vê hefteyê tê lidarxistin çi ye?

Kongreya me, di pêvajoyeke ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bûyerên dîrokî diqewimine de, pêk tê. Gelê me, di serî de Tirkiye hemû polîtîkayên teslîmgirtinê yên dewletên mêtînger û piştevanên wan ên navnetewî pûç kiriye û careke din nîşan daye ku pirsgirêka Kurd bi dijwariyê çareser nabe. Di pêvajoya ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji her demê xurtir e û mêtînger jî ji herdemê qelstirin de, çareseriya aştiyane ya demokratîk bûye rojeva bingehîn. Êdî dem hatiye, dawî li neheqiyên giran ên li Kurdan hatine kirin bê anîn. Her wiha em dixwazin bibîr bînin ku piştgirîdayîna sazî û dezgehên navnetewî ya ji bo vê pêvajoyê, wê hêzê bide hewldanên çareseriyê.

Di warê sazîbûyîne de li gorî demên derbasbûyî, derfetên me zêde bûne. Em bûne xwedî ezmûn, me ziman û çanda welatê em lê ne fêm kiriye û bûne civata têgihiştî. Lê em nikarin van derfetan baş bikar bînin. Eger gotin di cih de be; em di nava hebûnê de tinebûnê dijîn. Yên ku ji niha û pê ve vê xebatê bimeşînin, nifşê nû ne ku ziman û çanda vî welatî jî baş dizanin. Li vê derê mezin bûne û xwedî têgihiştina nasnameya netewî ne. Lê belê, ji ber ku civata me ya ciwanan, li derveyî rêxistinbûyîna me maye. Ji bo paşeroja sazîbûna me, pêwîste em bêguman nifşa nû birêxistin bikin û ji bo vehewandina wan plan û projeyan biafirînin. Hemû rêveberî û komeleyên me neçarin, li gorî vê rastiyê xwe perwerde bikin û xwe jinûve birêxistin bikin.

Bawerim xabatên civakî û çandî jî xwedî heman girîngiyê ne...

Şik û guman tuneye ku yek ji xalên ku divê li komeleyên me bi girîngî were nirxandin, karên civakî û çandî ye. Weke mînak; muzîk, govend, di serî de zimanê Kurdî hemû kursên ji bo ziman, perwerde û semînerên li ser mijarên civakî û projeyên perwerdekar ên ji bo zarokan gelekî girîng in. Li gelek komeleyên me, xebatên bi vî rengî hene lê belê ji ber ku ev xebat bê plan û belawela tên meşandin, pergaleke bi rêk û pêk bi cih nayê. Emê di kongreya xwe de bi bêrfirehî rewşa xwe ya sazîbûyîne binirxinin, li gorî pergala dema nû rexistinbûyînekê esas bigrin. Bi xwendêvan û civanan rêveberiya xwe hejmara we zedê bikin. Temsila jin û civanan dêrxine pêş. Guharîneke bingehîn emê pêk bîn.

Ji delege û beşdarên kongreyê daxwaza we çi ye? Bi bi asteke tevlîbûnê ya çawa dikarin hêzê bidin destpêkirina pêvajoya nû û guherînê ya we li jor qal kir?

Kongra me we 2 rojan bidome. Gelek kesayet û nûneren saziyen Kurdistanî û dost hatine vexwandin. Hemû komeleyên me yên li Almanyayê her yek ji wan bi du delegeyan we bên temsîlkirin. Roja êwil peyamên mêvanan û raporen salane we bêne xwendin. Roja duemîn  guftûgo, biryarstandin û hilbijartin we pêk were. Banga me ji bo hemû delegeyen kongreye heye ku di wekirina kongrede amede bin. Ji bo nîqaş û tevlîbûne amedekariyen xwe baş bikin.

Li ser vê bingehê, bi wesîleya vê kongreyê, weke endam û rêveberên komele û federasyonê, em ji gelê xwe û raya giştî re eşkere dikin, ku em vê banga dîrokî ya Rêbere Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan yekser dipejirînin. Her wiha destnîşan dikin ku emê berpirsyariyên dikevin ser milê xwe jî bicih bînin. Ji her alî ve em bi her helwestên polîtîk ên birêz Ocalan re ne û ji bo serketina têkoşîna wî û çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, emê bi rêxistinbûyîneke xurt têbikoşin.

Kongreya me jî wê wezîfe û berpirsyariyên me yên di vî warî de veguherîne biryarên berbiçav û em di wê baweriyê de ne ku hemû delege jî wê bi vê têgihiştinê beşdarî kongreyê bibin.