YEK-KOM: Divê parêzvanên demokrasiyê di 16’ê mijdarê de li Berlînê bin
YEK-KOM: Divê parêzvanên demokrasiyê di 16’ê mijdarê de li Berlînê bin
YEK-KOM: Divê parêzvanên demokrasiyê di 16’ê mijdarê de li Berlînê bin
Li paytexta Berlîn a Almanyayê di 16’ê mijdarê de meşa ‘Almanya ji bo piştgiriya bo pêvajoya aştiyê divê qedexeya PKK’ê rabike’ ya ji aliyê TATORK Kurdistanê ve hatiye organîzekirin û gelek saziyên civaka sivîl piştgiriyê didinê, YEK-KOM jî piştgiriyê didê û bang li hemû gelê kurd û parêzvanên mafê mirovan kir ku divê wê rojê li Berlînê bin.
Di 16’ê mijdarê de dê meş pêk were. Meş ji aliyê Tatort Kurdistan (Cihê bûyerê Kurdistan) hat organîzekirin û meşa bi banga gelek kesî dê pêk were, YEK-KOM’ê jî piştgirî dayê.
YEK-KOM’ê diyar kir ku di sala 1993’an de bi biryareke siyasî PKK’ê hat qedexekirin û li Almanyayê mîlyonek kurd hat jiyana wan hat sînorkirin û krîmînalîzekirin. YEK-KOM’ê wiha got: “ Vê jî pêşî li newekeheviyê vekir. Kurd krîmînalîze kir û rêgeza ‘her kes wekhev e’ ya 3’emîn xala makeqanûnê binpê kir.
QEDEXEYA PKK’Ê BÊ WATE MA
YEK-KOM’ê da zanîn ku qedexeyê zirar daye demokrasiya Almanyayê û îdiayên ku qedexe anîn jî êdî wateya wan nemaye. YEK-KOM’ê da zanîn ku ew û kurdên li Almanyayê dijîn, ligel aştiyêne û dixwazin pirsgirêk çareser bibe.
Banga me wiha ye:bila qanûnên 129a/b ya qanûnên ‘têkoşîna bi terorê’ ne bila betal be. Bila qedexeyên ji vê qanûnê pêk tên rabin. Ev qedexe îsal 20’emîn sala xwe tije dike. Divê bê betal kirin. Bila nasnameya kurdan bê nasîn.