Yek ji namzetên ATHENA40 Sûsan Mohammed a ji Başûr e

Saziya ATHENA40 du salan carekê li qada navneteweyî 40 jinên nûkar û bi bandor hildibijêre. Yek ji 40 namzetên vê carê Sûsan Mohammed Aref a ji Başûrê Kurdistanê ye.

ATHENA40 du salan carekê li qada navneteweyî 40 jinên pêşverû hildibijêre ku li nava civaka xwe rê li ber guhertinên erênî vedikin û di heman demê de piştgiriyê didin pêşketina jin û keçan. ATHENA40 wê 40 jinên serketî yên vê carê di meha Nîsanê de eşkere bike.

Ji çar aliyên cîhanê namzet hatin nîşandan. Yek ji wan jî Dîrektora Rêxistina Xurtkirina Jinan (WEO) û damezrînera wê Sûsan Mohammed Aref a ji Başûrê Kurdistanê ye.

ATHENA40 ku fikir û projeyên ji bo jinan xurt dike, pisporiya xwe çi dibe bila bibe jinên ku nêrîna peyaner hembêz dikin, ji xwe re dike esas.

ATHENA40 bang li her kesî dike yên ku qîmetê nêrîna peyaneriyê dizanin û piştgiriya pêşketina jinan dikin, ku tevlî vê projeyê bibin.