Biryara têkildarî budceya Yekîtiya Ewropa (YE), ji aliyê Muzakerevanên Budceya PE’yê Sîegfrîed Mûressan, Serokê Komîteya Budce Jean Arthûîs û komîserê berpirsê Karê malî yê Komîsyona YE’yê Gunther Oettînger ve hate eşkerekirin.
Li gorî vê, dahata budceya 2018’an a YE’yê, 160,1 milyar euro ye, mezaxtina wê jî 144,7milyar euro ye. di budceyê de, ji bo bernameyên li hember aborî û mezinkirinê 77,5 milyar euro, destekkirina çandiniyê 59 milyar euro, ji bo Bernameya Lêkolîn-Pêşxistinê Horîzon-202011,2 milyar euro were xerckirin. Tê pêşbînîkirin ji bo mezaxtinên diyarker jî 9,7 milyar euro, ji bo koçber û qadên ewlekariyê jî 4,2 milyar euro bê veqetandin.
Di budceya YE’yê de, îsal di çarçoveya Alîkariyên Malî Beriya Tevlîbûnê ya Tirkiyeyê (IPA) 105 milyon euro ku bidaba Tirkiyeyê hate birîn. Dîsa beşa 70 milyon euro jî ‘Heta di qada mafê mirovan de pêşeveçûnên têrker bê kirin’ biryara rawestandinê hate dayîn.
Di konferansa çapemeniyê de, di daxuyaniya hevpar a ji aliyê Mûresan, Arthûîs û Oettînger ve hate kirin, hate diyarkirin ku ev birîn di encama rêznegirtina li qadên mafê mirovan û îfadeya azadiyê ya li Tirkiyeyê pêk hatiye. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Heta ku Tirkiye li gorî standartên demokratîk ên Ewropa tevnegere, em nikarin rejîmekî wiha bi fona YE’yê fînase bikin.”