YE: Enqere berpirsyariya xwe nayne cih
YE: Enqere berpirsyariya xwe nayne cih
YE: Enqere berpirsyariya xwe nayne cih
Konseya Karê Derve ya Ewropayê, ji bo ku Tirkiye berpirsyariya xwe nayne cih berteka wek ku endamtiya Tikriyeyê ya YE’yê di tengasiyê de ye nîşan da. Enqreyê jî diyar kir u sernavên muzakereyê ji ber hincetên siyasî tên blokekirin.
Konseyê di daxuyaniyê de da zanîn ku ligel ku Yekitiya Ewropayê daxwazan dubare dike jî Tirkiye berpirsyariya xwe nayne cih.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tirkiye di warê têkiliyên bi Komara Kibrisê re qet nakeve rewşeke normal û tu pêşveçûn tune. Bakûrê Kibrisê ji 1974’an heta niha di bin dagirkeriya Tirkiyeyê deye.
Yekitiya Ewropayê da zanîn ku di muzakereyên endamtiyê de jî ji bo jestê amade ne.
Piştî 51’emîn civîna Konseya Havkriya Yekitiya Ewropa û Tirkiyeyê ya li Brukselê pêk hat daxuyaniyek hevpar a çapemeniyê hat dayîn û endamê Berpirsê Berfirehkirina Komîsyona YE’yê Stefan Fule axivî û diyar kir ku di meha hezîranê de der barê polîtîkaya herêmî de dê sernavê muzakereya 22’emîn vebikin.
Cigirê serokwezîrê Îrlandayê, wezîrê karê derve û wezîrê bazirganiyê Eamon Gîlmore û wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî tevli daxuyaniyê bû.
Fule diyar ki rku divê Tirkiye niyeta baş nîşan bide û got di mijara başkirina hevdîtinan de divê destpêkê di mijara qebûlkirina paneberan de li gorî standartan tevbigire. YE’ê xwest Tirkiye vê peyamanê îmze bike û bike jiyanê.