YDG-H li dijî binyatiyên narkotîk û fûhûşê çalakî lidar xist
YDG-H li dijî binyatiyên narkotîk û fûhûşê çalakî lidar xist
YDG-H li dijî binyatiyên narkotîk û fûhûşê çalakî lidar xist
YDG-H da xuyakirin ku wan li Mêrsînê li dijî qehwexaneyeke lê bazirganiya narkotîkê dihat kirin û li dijî maleke lê fûhûş dihat kirin, êrişeke bombeyî lidar xistine.
Tevgera Ciwanan a Demokratîk û Welatparêz (YDG-H) ragihand, ku wan li taxa Şevket Sumer li hemberî qehwexaneyeke lê bazirganiya narkotîkê dihat kirin û li taxa Demîrtaşê jî li hemberî maleke lê fûhûş dihat kirin, êrişeke bombeyî pêk anîne. Hat hînbûn ku di encama êrişê de li qehwexane û mala mijara gotinê zerareke mezin a maddî çê bû. YDG-H'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku çalakiyên wan ên li dijî bazirganên narkotîk û fûhûşê, wê zêde bibin.