YDG-H: Em dê rê nedin tiryak û fuhuşê

YDG-H: Em dê rê nedin tiryak û fuhuşê

Tevgera Ciwanan a Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) li Wanê li dijî faliyetê fuhuş, tiryak û sîxurtiyê çalakî pêk anîn û gotin dê kesên van faliyetan dimeşînin deşîfre bikin.

YDG-H bi armanca balê bikişîne polîtîkayên qirêj yên li ser gel li bajaran bi çalakî û xebatên xwe balê dikişînin ser xwe. YDG-H hema hema he roj der barê armanca xwe de daxuyaniyan didin û diyar dikin ku kesên faliyetên fuhuş, sîxurtî û tiryakê dimeşînin dê deşîfre bikin.

EM DÊ LI PIŞT PÊVAJOYA RÊBER APO DAYE DESTPÊKIRIN BIN

Endamê YDG-H’ê Tekoşîn Şoreş axivî û got: “Rêber Apo pêvajo bo aştî bu yekitiyê da destpêkirin.mixabin dewlet îro dixwazin pêvajoyê sabote bike.  Em wek ciwanên Amedê yê YDG-H’ê li pişt pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirinê ne. Lê ger AKP bersivê nede pêvajoyê em dê xwe di xeta Rêber Apo de rêxistin bikin û bersivê bidinê. Gelê kurd bi salan hate mêtîngerkirin. Em dê ji vir şûnde desturê nedinê.

Şoreş da zanîn ku divê her tişt ji gerîlan neyê payîn û divê dî asta têkoşînê li bajar û metropolan mezin bibe.

KESÊN LI WANÊ FUHUŞ, SÎXURTÎ Û TIRYAKÊ DIFIROŞIN

Serdem Pîr jî da zanîn ku dê li dijî van faliyetan bê deng nemînin û heta ev polîtîkayên qirêj bi dawî nebin dê çalakiyên xwe bidomînin.

Endamên YDG-H ev agahî dan:

Xwediyê Salona Okey ya Mesken Kadîr Bor tiryarkê difroşe. Dîsa li kolana duyemîn ya Bayirli ya Xaçortê Samî, Cîhan û Hamîde Abî tiryakê difroşin. Her wiha Îsmaîl Kiziltaş û zarokên wî Serkan ku li taxa Bayirli rudinin ji dewletê re sîxurtiyê dikin û tiryak û fuhuşê didin kirin. Navenda  Sûka wanê li Otela Şahîn fuhuş tê kirin. Li Pastaxaneya Ruyam a Beşyolê fuhuş tê kirin. Li Kolana Hunerê kesê bi navê ‘Jilet Alî’ ji hemû herêma Wanê re tiryakê peyda dike. Dîsali  kolana Surmelî ya Xaçortê jinek bi navê Nezîfe Nezîr  bi keça Sîbelê re fuhuşê dike. Ev kesên hatine rêzkirin ligel ku li dijî wan çalakî pêk hatine jî kar didomînin. Em careke din van kesan hişyar dikin. Em dê desturê nedin van tiştên wisan.