YBŞ: Divê gelê me amade be!

YBŞ’ê got, “Îro tiştên li Helebê diqewimin, tiştên di sala 2014’an de qewimîne bi bîr tîne” û bang li gel kir ku li dijî hemû xeteriyan amade be.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrîşên çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” ên bi destek û koordîneya dewleta Tirk a dagirker li ser Helebê û her wiha geşedanên li Rojhilata Navîn daxuyaniyek weşand. YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an bibîr xist û bang li civaka Êzidî kir û got, “Ji bo senaryoya 2014’an dubare nebe, divê civak di her warî de pêvajoyê baş bixwîne û li hemberî her xeteriyekê amade be.”

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi vî rengî ye:

“Wek tê zanîn, ev demeke li herêmê şer û pevçûn hene û her roj ev şer berfirehtir dibe. Bi taybet ev pêşketinên dawî ku li qada Sûriyeyê diqewimin dide xuyakirin ku ev şer na sekine.

Bêgûman ev şer me jî wek hêz û civak eleqeder dike. Tişta ku îro li Heleb û derdora wê diqewime senaryoya 2014′an tîne bîra me. Ji bo wê xwe ji van pêşketinên ku niha diqewimin qut dîtin, ketina xefletê ye. Bi tu awayî ne raste. Demildest divê em wek hêz û civak rewşa xwe binirxînin û ji her alî ve û li gor her rewşa ku dibe biqewime amade bin. Divê em ji bîr nekin ku yek ji sedemên sereke ku em rastî komkujiyekê hatin di sala 2014’an de ew bû ku; Me bawer dikir ku wê hinek hêzên derve yan cuda, me biparêzin. Lê niha em bûne xwedî tecrûbe û bêgûman bihayê vê tecrûbê tiştek hêsan nebû û fermanek giran bû.

Dewleta Tirk dijminê gelên herêmê ye û bi taybet dijminê me civaka Êzidî ye. Ji bo ku xeyalên xwe yên dagirkeriyê yên “Osmaniya nû” pêk bîne û herêmê li gor daxwaz û berjewendiyên xwe saz û dîzayn bike. Çeteyên xwe xistine dewrê û dixwaze li her derê şer gur bike û qadê bike cihê şer.  Helbet, di nava vê de çavê wê li herêm û xaka me ye jî.

Li ser vê bingehê em bang li civaka xwe dikin ku hişyar bin, cidiyet û hesasiyeteke mezin derbarê vê rewşa nû bidin raberkirin. Bi taybet eşîr, cimaet û rûspiyên me amade bin. Her wiha em bang li hêzên Êzidî yên cûda dikin ku bikevin ferqa van kêliyên dîrokî û li gor wê em mil bi mil ji bo parastina xak û rûmeta xwe bibin yek, ji bo her xeteriya heyî şer bikin û amade bin.

Dîsa em bang li ciwanên xwe dikin ku bi erkê xwe yê Êzidiyatiyê rabin û ji bo parastina rûmeta xwe berê xwe bidin nava refên YBŞ’ê û YJŞ’ê.

Bê guman em ne tenê ji bo parastina Şengal, ji bo parastina her bosta xaka Iraqê amade ne û em xwedî wê hêz û tecrûbeyê ne.”