"Yan çareserî, yan berxwedana giştî"

"Yan çareserî, yan berxwedana giştî"

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk der heqê pêvajoya çareseriyê de got "Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan ji mere got 'Em di dîrokê de di asta herî bi hêz dene. Me dikarîbû bi şer jî bi dest bixistiya. Yekem car hem hêzên herêmî û hem hêzên neteweyî piştgirî dan û gotin hûn mafdar in. Piştî AKP'ê ev yek dît gav bi paşve avêt'. Ger ku ev pêvajo hilweşe dê berxwedana giştîdest pê bike." 

Rêxistina BDP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi navê "Pêvajoya Çaseseriyê" li taxa Cevdetpaşa ya Wanê civîna gel pêk anî. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk tev li civîna gel bû. 
Di civînê de Tugluk û rêveberên BDP'ê endamên meclisa şaredariyê jî di navde bi sedan welatî amade bûn. 
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk da zanîn, ku ji aliyê gelê kurd ve pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û gelê kurd ji bo vê pêvajoyê bedelên gelek mezin û giran dane.

Tugluk diyar kir, ku Ocalan wekî vîna gelê kurd tê qekulkirin û ji bo pêşketina pêvajoyê rolek mezin dilîze. 

Tugluk, anî ziman ku heta 4 meh berê pilana dewletê ya gelê kurd xelas bike hebû û wiha got: "Gelo çi bû dewletê dest ji van polîtîkayên xelaskirina kurdan berda? Ji ber ku dewletê fam kir ku nikare vîna gelê kurd bişkîne. Fam kir ku bi kuştin, girtin, înkar û îmhayê nikare bi kurdan. Kurdan gav bi paşve neavêt. AKP neçar ma ku biçe Îmraliyê û Ocalan muhatab bigire. Birêz Ocalan wekî Rêberê Gelê Kurd qebûl kir. 

"EM BI ŞER JÎ DIKARÎBÛ BI SER BIKETA"


Tugluk, li ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan bi rêya me nameyek ji rêveberiya KCK'ê re şand. Me nameya Birêz Ocalan teslîmî rayedarên KCK'ê kir. Me li Qandîle bi birêz Karayilan re hevdîtin kir. Birêz Karayilan got 'Em di dîrokê de di asta herî bi hêz dene. Me dikarîbû bi şer jî bi dest bixistiya. Yekem car hem hêzên herêmî û hem hêzên neteweyî piştgirî dan û gotin hûn mafdar in. Piştî AKP'ê ev yek dît gav bi paşve avêt'. Em dibînin ku gel hemû geşedanan Birêz Ocalan xwedî wîjdan û hasas tev geriya ye. Di Newroza Amedê de banga wekî manifesto kir."

Tugluk, li ser vekişîna dervê sînor ya gerîlayên HPG'ê jî rawestiya û wiha got: "HPG hêza xwe vedikişîne dervê sînor. Niha dor a dewletê ye. Divê dewlet mafê gelê kurd nas bike. Me dest ji projeya Xweseriya Demokratîk bernedaye. Em dixwazin pirsgirêkê bi rêya aştiyê çareser ibkin. Di demê pêş de em dê konferansa kurdan pêk bînin. Ji bo yekîtiya neteweyî em dê xebatan bimeşînin. Em dê bi têkoşina xwe ya hevpar Birêz Ocalan azadbikin. Dê bi têkoşîna me di demek nêzîk de Birêz Ocalan bê navwe û li vir xîtabî we bike."