Yamar: Êrîşa li dijî avahiya navçeyê provokasyon e

S.A. yê ku piştî êrîşî avahiya HDP’ê ya Bakirkoyê kiribû û piştre bi kontrola edlî hatibû berdan, di 20’ê Tîrmehê de di dema bîranîna Sirûcê de jî hatiye destgîrkirin.

Hevserokê Navçeya Bakirkoyê yê HDP’ê Ferdî Yamar nerazîbûn nîşanî berdana êrîşkar S.A. da û got “Êrîşkar hatiye xelatkirin.”

S.A. di 10’ê Tebaxê de saet di 04.00’an de êrîşî avahiya HDP’ê ya li Bakirkoyê kiribû û ji aliyê Hakîmtiya Cezaya Sûlhê ya Bakirkoyê ya 3’emîn jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Dadgehê biryar da ku divê S.A. hefteyê carekê biçe qereqolê îmzeyê bide û 200 metreyan nêzî avahiya HDP’ê ya Bakirkoyê nebe.

YAMAR: ÊRÎŞKAR HATE XELATKIRIN

Hevserokê Navçeya Bakirkoyê yê HDP’ê Ferdî Yamar biryara berdana êrîşkar ji ANF’ê re nirxand. Yamar ê ku ew jî parêzer e got, “Heke ev êrîş li partiyeke din bihata kirin, wê êrîşkar bihata girtin. Ji ber ku êrîşkar bi deriyê avahiyê rîtiye û cam şikandiye, ev rewş gelekî li zora me çû. Ev jî diyar dike ku li pişt êrîşkar hêzên tarî hene.”

Yamar diyar kir ku êrîşkar mehek berê di bîranîna Sûrûcê de hatiye destgîrkirin lê li dadgehê gotiye ew piştgiriyê nade HDP’ê. Yamar got ku, “Gelo ev kes provokator e? Tevlî hemû çalakiyan dibe? Di îfadeyên xwe de dibêje ez piştgiriyê nadim HDP’ê lê wê demê tu çima tevlî bîranîna Sûrûcê dibe ya ku HDP’ê organîze kiriye. Hin kes ji bo provokekirinê dikevin çalakiyan, ev kes dişibe wan.”

Yamar diyar kir ku heke dîsa êrîşî avahiyê were kirin û tiştek were serê hevalê wan, ew ê dewlet berpirsyar be.