Yakut: Di şexsê kurê min de hewl didin piştevaniyê ceza bikin!

Gulten Yakût anî ziman ku kurê wê Halîl Yakut ku li Girtîgeha Tîpa Y a Kirşehîrê tê rehîngirtin bi hinceta ku di erdhejê de piştevaniya mexdûrên erdhejê kiriye, hatiye binçavkirin û got: ‘’Di şexsê kurê min de hewl didin piştevaniyê ceza bikin.’’

Piştî êrîşa Çaglayanê operasyonek hate destpêkirin û di operasyonê de yek ji sosyalîstê ku hate binçavkirin welatiyê bi navê Halîl Yakût bû. Her wiha Yakût yek ji mexdurê erdhejê ye. Hat ragihandin ku Yakût bi hinceta ku alîkarî daye mexdûrên erdhejê hatiye binçavkirin. Dayika Yakût Gulten Yakût ji ANF'ê re axivî û da zanîn ku li vir bi awayekî eşkere dixwazin hevgirtinê ceza bikin û got: ‘’Bi min tehemûla hikûmetê ji piştevaniya gel re tune ye. Hewl didin ku gelê piştevaniya hev dikin, ceza bikin.’’

 ‘PIŞTÎ ERDHEJÊ HEWL DIDA KU ALÎKARIYA GEL BIKE’

Gulten Yakût li Antakyayê dijî û yek ji bajarê ku gelekî ji erdhejê zirar dît Antakya ye û di encama erdhejê de weke bi sed hezaran welaatiyên din xaniyê wê jî hilweşiya. Yakût beriya ku birînên xwe yên ji erdhejê bipêçe, ji ber girtina kurê xwe, niha li ber deriyê girtîgehê ye. Yakût girtina kurê xwe ya bêhiqûqî qebûl nake û ku yek ji şahida têkoşîna kurê xwe Halîl e ku di erdhejê de ji bo alikariya gel bike gelekî hewl daye. Yakûtê ev yek anîn ziman:  ‘’Di serdema erdhejê de pêdiviya gelek kesan bi alîkariyê hebû jixwe kurê min li parkê dima û bi mehan hewl da ku pêdiviyên gel bi cih bîne. Kurê min li wir hewl dida ku pêdivîyên gel yên weke derman û konan bi cih bîne.’’

‘ALÎKARÎ BÛ SEDEMA BINÇAVKIRINÊ’

Yakûtê got ku ev alîkarî îro weke hinceta binçavkirinê derketiye pêşiya wê û got: ‘’Piştî êrîşa Çaglayanê kurê min jî li Stenbolê girtin û ew 4 rojan binçav kirin. Dozger wêneyê kurê min ê di konê Tenduristiya Ji Bo Gel de a li Parka Sevgîyê hatibû kişandin nîşanî kurê min da û piştre rasterast ew binçav kirin. Dadgerî jî heman tişt kir û kurê min binçav kir.’’

‘TEHEMÛLA HIKÛMETÊ JI PIŞTEVANIYA GEL RE TUNE YE’

Gulten Yakûta dayika Halîl Yakût anî ziman ku kurê wê ji bo jiyana kesên  di bin xirbeyên erdhejê de mabûn xelas bike bi rojan xebitî û ev yek anîn ziman: ‘’Kurê min bi tirsa ku me di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye, bi zor û zehmet xwe gihand Hatayê. Piştî ku dît em sax in, kêfxweş bû, lê belê gelek kesên ku di nav şert û mercên zehmet de bûn û hawara alîkariyê dikirin hebûn. Kurê min jî hewl da ku alikariya gel bike û bi rojan di bin enkazên erdhejê de dixebitî. Ez nexweşa vertîgoyê me, êşa serê min gelekî zêde bû,  kurê min ji konê Tenduristiya Ji Bo Gel jimin re derman anî û ez bi wan dermanan hinekî baştir bûm. Ez dipirsim, ev çi ye? Ma kurê min ji ber ku alîkariya mirovan kiriye, tê cezakirin? Kurê  min ji mirovan hez dike, alîkariya ji mirovan re hez dike, ji ber wê yekê tê cezakirin? Hikûmet gava ku tiştekî nikare bike û dibîne gel dike, pir aciz dibe û tehemûla dewletê ji vê yekê re tune ye. Hikûmet di şexsê kurê min de hewl dide vê piştevaniyê ceza bike.’’