'Ya li Ozgur Gundemê hat kirin li dijî destûra bingehîn e'

Hiqûqnasana gotin, "Ya li Ozgur Gundemê hat kirin nehiqûqî ye" û bang kirin, ku ev helwesta li dijî destûra bingehîn a li hemberî çapemeniya azad tê kirin, derhal bê terikandin.

Hiqûqnasan gotin, "Ozgur Gundem berhema têkoşîna gelê Kurd e" û destnîşan kirin, ku Ozgur Gundem wê di nava her şert û mercî de timî hebe.

Li dû girtina rojnameya Ozgur Gundemê û serdegirtina li navenda rojnameyê, Komeleya Hiqûqnasên Azad û Hiqûqnasên Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kirin, ev yek li dijî destûra bingehîn e.

Di daxuyaniya bi sernavê "çapemeniya azad bêdeng nabe" de hat ragihandin, biryara girtina rojnameyê li gorî ûsûlê ji rayedarên rojnameyê re nehatiye ragihandin û hat destnîşankirin, ku êrîşa li hemberî rojnameyê, li dijî hiqûqê ye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Ya ku di dema serdegirtina li rojnameya Ozgur Gundemê de hat kirin, ji kêliya destpêkê ve li dijî hiqûqê bû. Tevî ku em li dij derketin jî, ev hewldan, desteserkirin û lêgerîna li hemberî hiqûqê dewam kir. Did ema lêgerîna li nava avahiya rojnameyê de, kedkarên çapemeniyê yên ji bo piştevaniyê li avahiya rojnameyê bûn, bûn hedefa êrîşê. Li gorî agahiyên gihaştin ber destê me bi qasî 25 kedkarên çapemeniyê bi lêdanê û bi kişandina bi erdê re hatine binçavkirin.

'BILA EV HEWLDANA LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E, DERHAL BÊ TERIKANDIN'

Êrîşên di demên dawî de li hemberî saziyên çapemeniya mûxalîf ên li derveyî desthilatdariya siyasî tên kirin, bi rengekî ne hiqûqî li dijî organên çapemenî weşanê yên gelê Kurd dewam dikin. Hukmê 'çapemenî azad e, nabe bê sansurkirin' ê Destûra Bingehîn, bi nêzîkatiya li hemberî çapemeniya Kurdan, bêhukm bûye. Pêwîste ev pêkanînên li diljî Destûra Bingehîn in, derhal bên terikandin.

'OZGUR GUNDEM KEVNEŞOPIYA TÊKOŞÎNÊ YA GELÊ KURD E'

Ev hewldan ji bo bêdengkirina kedkarên çapemeniya azad e, ku tevî biryara girtinê jî gotin 'em ê rojnameya xwe biweşînin'. Lê belê divê neyê ji bîrkirin; Ozgur Gundem berhema kevneşopiya têkoşîna gelê Kurd e. Di nava 26 salên weşana xwe de 89 xebatkarên wê bi rengekî 'kiryar nediyar' hatin qetilkirin, hat bombekirin û gelek caran hat girtin. Tevî vê yekê jî her li ser piyan ma û wê her hebe.

Weke rêxistinên hiqûqê, em bi xebatkarên çapemeniya azad re ne û bang dikin ku ev pêkanînên li dijî pîvanên gerdûnî yên demokratîk in û kaosa civakî kûrtir dikin, bên terikandin. Ev pêkanînên li dijî Destûra Bingehîn û civaka demokratîk in, wê tiştekî bi xwe re nînin."