9’emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd ku li Parlmentoya Ewropayê pêk tê, rûniştina roja duwemîn destpê kir. Di konferansê de hate diyar kirin ku Xweseriya Demokratîk ya ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatiye rojevê ji bo Rojhilata Navîn modele.
9’emîn konferansa Kurd a Navneteweyî didome. di beşa îro ya konferansê de panela bi navê ‘Rojhilata Navîn ya li ser riya ji hev veqetandî: Pergala herêmî ya kê’ pêk tê.
Hevserokên PYD’ê Salih Muslim, rojnameger Cengîz Çandar, akademîsyenê Hollandayê Joost Jongerden, nîvskar- rojnameger Serdar Akinan, akademîsyenê Israîle Ofra Benngo û Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk wek axaftinker tevlî panelê bûn.
Salih Muslim: Em kurd naxwazin bibin leşkerên kesên din, em dixwazin bibin leşkerên xwe. Otonomiya me ya herêmî ne tenê ji bo kurdane. Ji bo ereb, ermenî, surnî, elewi û hrw. Ev projeyeke mezine. Ev proje ji bo kesêndin jî derbazdare. Ev yekane modela çareseriya pirsgirêkên geşedanên li Rojavayê Kurdistanê ye.
Pisporê Weqfa Moşe Dayan, Ofra Bengo: Ez dê bihara ereban û kurdan bînim hemberî hev. Di nava kurdan de şoreşeke bê deng çêbû. Bihara ereban bo bihara kurdan roleke ne baş bû. Heta niha mantiqa netew dewletê li herêmê serdest bû. Lê di roja me ya îro de ev polîtîka têk çûye. Geşedanên li welatên ereb hatin jiyan kirin ji îslama siyasî re jî bû zemîn. Lê bi kurdan re rewş cuda ye. di pêvajoya bihara ereban de kurdên li Tirkiyeyê di bin bandorê de man û PKK hêza wê mezin bû. Sedsala dawî sedsala herî xirab ya kurdan bû. Lê niha destpêkek nû mijara gotinê ye.
Nivîskar rojnameger Cengîz Çandar: Dema mirov li dîroka kurdan dinêre ev ne tiştekî nû ye. li Başûr hebûna rêveberiyeke Kurd ya nîv serbixwe ji bo kurdan girînge. Li Sûriyeyê pêvajoyek girîng heye. Hêmaya bihara ereban, dinamîkek dîroka nû îfade dike. bihara ereban piştî demekê bihara kurdan anî rojevê. Kurd piştî şerê cihanê yê yekemîn parçe bibûn. Ez vê teqez dikim ku Kurd ne kurdên beriya sedsalê ne. Tişta ji bo kurdan baş be ji bo Tirkiyeyê jî başe.
Akademîsyenê Hollandayê Joost Jongerden: Li herêmê behsa xwesertiya demokratîk û konfederalîzmê tê kirin. Ev ne tenê rêxistineke herêmî ye. Ev di heman demê de feraseteke nû ya siyasetê jî tîne. Ez behsa pirsgirêka dewletê nakim. Li şûna ku ez li ser mijarên rêveberiyê rawestim, ez dê çawa em dikarin dewletê derbas bikin, bêjim. Em girîngiya konfedaralîzma Kurd dibînin. Konfederalîzma Ocalan têkçûna tevgerên azadiyê û reel sosyalîzmê ya li dijî dewletê şermezar kiriye. Ji 2005’an û vir ve ji nû ve ket projeyê. Ev rêxistibûna civakî ye. Ev weke alternatîfa dewletê hatiye pêşkêşkirin.
Nivîkar rojnameger Akinan: Dema bihara ereban destpê kir ez li Şamê bûm. Piştre derbasî Lubnanê bûm. piştre çûm Qendîlê. Min Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan re hevdîtin kir. Piştre min li ser tevgera jinan belgefîlmek çêkir. Ez bi kaçaxî çûm Qamişlo. Min bi lîderê PYD û siyasetmedarên din re hevdîtin kir. Piştre bi Artêşa Sûriyeyê ya Azad re çûm Helebê. Li malekî gelek çek hebûn. Min got çima hûn çekan li vir digirin. Wan jî got Esed dê bikeve, piştî Esed bikeve em dê berê çekan bidin kurdan. Ji ber ku ew Sûriyeya yekbûyî naxwazin. Bersiva em xweseriyê dixwazin dan.
Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk: Bi peymana Skeys-Picot re cehenema Rojhilata navîn hat afirandin. Bi vê têkoşînê hate pêkanîn ku ev hêz dê bi sedsalan Rojhilata Navîn bi rêve bibin. Kurd li vir bê statû hatin hiştin. Lê ji bo guherîna vê pergalê derî hatiye vekirin. Li aliyekê bihara ereban û li aliyê din jî têkoşîna kurdan hevsengiya siyaseta Rojhilata Navîn tevli hev dike.
Rojhilata Navîn ketiye pêvajoya şoreşê, ji ber vê guherîna statûkoyê mumkune. Em weke gelên rojhilata navîn divê bernameya mudaxîlbûnê ava bikin. Projeya xweseriya Demokratîk, alternatîfa demokrasiya radîkal pêşkêş dike. Xweseriya Demokratîk projeya bi hev re jiyankirinê ye. Ev ne tenê ji bo kurdane. Ji hemû kesî re ye. Ev projyeke ku me ji nîqaşê re vekiriye. Mînak li Tikriyeyê dikare meclisên gel yên herêmî ji bo pêkanîna xweseriya demokratîk bê avakirin. Komîteyên herêmî, meclisên taxan dikare bên vekirin. Projeya Xweseriya Demokratîk projeya Mezin ya Rojhilata Navîne.
Piştî vê dê panela duwemîn dest pê bike û dê endamê Konseya KNK’ê Zubeyîr Aydar tevlî bibe.