Xweranegirtina AKP'ê li Konferansa Kurd a li Zanîngeha Strasboûrg

Dewleta AKP'ê, ku li Tirkiyeyê ti rê û cih ji karên demokratîk re nehiştiye, niha jî giliyê konferansa li ser têkoşîna Kurdan a li zanîngeheke Fransayê kir.

Roja Sêşemê li Zanîngeha Strasboûrgê, bi navê "Kurdsitan: bexwedan û dîroka gelekî şervan" hatibû lidarxistin û Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, derhênerê Fransayî Lûîs Mîranda û xwendekarê doktora Andrea Benedettî weke qiseker beşdar bû bûn. Konferans ji aliyê komeleya Alsace Solîdarîtê Kurdistan û Tevgera Komunîstên Ciwan (MCF) a bajarê Bas-Rhînê ve hatibû organîzekirin.

XWENDEKARÊN FAŞÎST GEF XWARIBÛN

Piştî konferansê, hin ji xwendekarên alîgirê MHP'ê wêneyek li ser Facebookê weşandin û ev nivîs li ser nivîsandin, "Soza me ye; em ê zanîngehê li we tengav bikin."

PARÊZERÊ JI BO KONSOLOSXANEYÊ DIXEBITE 'BÊYÎ FERMANÊ BIGIRE' GILÎ KIRIYE!

Li aliyê din parêzerekî bi navê Selçûk Demîr ê li bajarê Roûenê, ku ji Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Parîsê re dixebite, li rûpela we ya Facebookê daxwaznameya gilîkirinê weşand û îdîa kir, ku konferansa li ser Kurdan 'propaganda terorîzmê' dike.

Bi vê daxwaznameyê serî li dadgeheke li Strasboûrgê hat dayîn û ji ber ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di konferansê de hebû, daxwaza cezakirinê tê kirin.

Ev kesê weke 'şêwirmendê hiqûqî' ji Konsolosxaneya Tirk re dixebite, kopya vê serlêdana xwe ya gilîkirinê ji malpera xwe ya Facebookê de weşand û balkêş e ev not jî li binî nivîsand: "Min bi tena serê we kir, min ferman ji kesî negirt."

MCF: EM Ê RÊ NEDIN HEWLDANÊN BI VÎ RENGÎ YÊN AKP'Ê

Li ser vê yekê MCF'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ew ê rê nedin gavên AKP'ê yên ji bo bêdengkirina wan. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di demekê de ku Tirkiye ber bi dîktatoriyeke faşîst ve diçe; Erdogan ji bo tinekirina projeya şoreşger a li Rojava piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ û El Nûsra, destekkirina berxwedana gelê Kurd a li dijî asîmîlasyon û tinekirinê, wezîfeya me enternasyonalîstan e."