Xwepêşandan didomin, Ebadî li pey çareseriyê ye

Xwepêşandanên ku pêşî li başûrê Iraqê bajarê Basrayê dest pê kirin û di demeke kurt de li gelek bajarên Başûr û hin taxên Bexdayê berbelav bûyî ketin roja 9'an.

Xwepêşdanên ku 8’ê Tîrmeyê li Besrayê bi sedema polîtîkayên şaş ên aborî û xizmetê dest pê kirin û li gelek bajarên Başûrê Iraqqê Necef, Kerbela, Zukkar, Mîsan, Babil, Hîle û hin taxên Bexdayê berberlav bûn, didomin. Merasîmên cenazeyên sivîlan jî bê xwedî namînin.

10 KES MIRIN

Di merasîma cenaze de ya kesê ku ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatibû kuştin gel dîsa dest bi xwepêşandanan kir.

Li gorî çapemeniya Iraqê piştî merasîma cenaze ya  Malîk Ardavîda, ya li Kerbelayê, li bajêr xwepêşandanên mezin çêbû.

Di xwepêşandan de heta niha 10 kes hatin kuştin û 250 kes birîndar bûn.

KESÎ GUH NEDA QEDEXEYAN

Di roja 5’an a qedexeyê de li Besra, Kerbela, Necef û Zukkarê ‘qedexeya derketina derve’ hatibû ragihandin. Lê li gel vê jî gel dakete kolanan û çalakiyên xwe domandin. Xwepêşandêran guh nedan qedexeyê û qedexe rakirin.

80 JI 100’YÎ YÊ XEBATKARAN JI HERÊMÊN DÎ NE

Li başûrê Iraqê 80 ji 100’î yê xebatkaran biyanî ne.

Yek ji sedema ku dertê pêş ya xwepêşandanan bêkarî ye. Derkete holê li deeverên ku xwepêşandna dest pê kirin, ku rezervên petrolê û rafînerî lê ne, piraniya xebatkaran ne xwecih in, 80 ji 100’î biyanî ne.

ELEKTRÎKA BAJARÊN BAŞÛR JI ÎRANÊ DIHAT

Yek ji sedema ku wekî sedema xwepêşandana tên nişandan qutbûna elektrîkê ye. Gelê ku daketî kolanan got ew naxwazin elektrîk qut bibe. Diyar bû ku elektrîka bajarên Başû ji Îranê diçe. Beriya bi çendekê Wezîrê Elekrîkê yê Iraqê gotibû,  ‘’Ji ber sedema ku deynên Iraqê yên li Îranê zêe bûne rêveberiya Tehranê elektrîk biriye. Hikûmeta Iraqê ji bo ku Îran enerjiyê bişîne razî nekiriye.’’ Piştî vê daxuyaniyê gel dest bi xwepêşandanan kiribû.

Li gorî çapemeniya Iraqê Serokwezîrê Iraqê Ebadî ji bo çareyekê ji arîşeya enerjiyê re bibîne Wezîrê Eelektrîkê Kasim Fehdavî û Wezîrê Plansaziyê Selman Cumeylî ji bo hevdînan bi Siûd re bike, peywirdar kirin. Tê payin ku wezîr van rojên pêş biçi Riyadê û bi rayedarên Siûd re rûnin.

WÊ BANDOREKE ÇAWA LI TÊKILIYÊN BI ÎRANÊ RE BIKE?

Li gorî pisporên siyasetêji bo çareseriya pirsgirêkê peywirdarkirina wezîran a ji bo ku bi Siûd re çareser bikin, wê bandoreke nebaş li têkiliyên Îran û Iraqê bike.