Xwendina daxuyaniya 8'ê Adarê sûc ditin
Sekretera Jinê ya Egîtîm Senê Şukran Yeşîl, ji ber di 8'ê Adarê de li Edeneyê daxuyanî da doz lê vebû. Yeşîl bi sucdariya "Heqaret li Serokkomar kiriye" îfade da.
Sekretera Jinê ya Egîtîm Senê Şukran Yeşîl, ji ber di 8'ê Adarê de li Edeneyê daxuyanî da doz lê vebû. Yeşîl bi sucdariya "Heqaret li Serokkomar kiriye" îfade da.
Sekretera Jinê ya Şaxa Egîtîm Sen'a Edeneyê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Edeneyê daxuyanî dabû. Dozgerê Komarê yê Edeneyê bi îdîaya Yeşîl di daxuyaniyê de "Heqaret li SeroKkomar kiriye" doz vekir. Pişti dozger îdîaname amade kir, 1'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye îdîaname qebûl kir. Yeşîl, di çarçoveya dozê de îro îfade da. Yekemîn rûniştina doza Yeşîl îro li 1'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye hat dîtin. Yeşîl, beşdarî rûniştinê bû û sûcdariya der barê xwe de red kir. Yeşîl, anî ziman ku di çarçoveya azadiya ramanê de daxuyanî daye û beraet xwest. Piştî parastinê heyeta dadgehê doz taloqî 26'ê Çileya 2017'an kir.
Berî daxuyaniyê jinan li pêş edliya Edeneyê daxuyanî dan. Li ser navê jinan Dilara Akgoz, diyar kir ku wekî jin wê her dem li dijî hemû zext û zordariyan têkoşîna xwe berdewam bikin û heta dawî mafê xwe biparêzin. Akgoz, anî ziman ku mafê wan ê civîn û rêxistinbûnê kes nekare asteng bike û got: "Bijî piştevaniya jinan."