Xwendevanên KOU bi pankartê çalakî li dar xistin
Xwendevanên Zanîngeha Kocaeliyê bi armanca protestokirina hikûmeta AKP’ê li zanîngehê pankart daliqandin.
Xwendevanên Zanîngeha Kocaeliyê bi armanca protestokirina hikûmeta AKP’ê li zanîngehê pankart daliqandin.
Xwendevanên Zanîngeha Kocaeliyê (KOU) wek nerazîbûna li dijî biryara Rewşa Awarte ya ku li zanîngehê bi awayekî fermî li dijî xwendevanên sosyalîst, demokrat, welatparêz pêk tê, li zanîngehê pankart daliqandin.
Li ser pankartan, “Hûn nikarin îradeyê gel teslîm wergirin”, “Bi darbeyê hat wê bi şoreşê biçe”, “Ji bo perwerdeyek azad, zanistî herin pêş” hatine nivisîn.