Xwendekarên Zanîngeha Mersînê xwendekarê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin Aydin Erdem bi meşekê bibîranîn. Her wiha Erdem li Zanîngeha Dîcleyê jî hat bibîranîn.
Xwendekarên Zanîngeha Mersînê yên Welatparêz xwendekarê Kurd Aydin Erdem ku 3 sal berê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi meşekê bibîranîn. Bi sedan xwendekarên li ber avahiya Fakulteya Fen Edebiyatê hatin cem hev pankarta ‘Ronahiya Adinan dê riya me ronî bike’ vekirin û heta qada Cumhuriyetê meşiyan. Her wiha bê navber dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo’, ‘Dewleta qetil kir dê hesab bide’ berzkirin.
Pitşî meşê xwendekarên bi navê Mehmet Kaya axivî diyar kir ku, kesên bi çavsoriyeke mezin li kolanê Erdem qetilkirin di bin parastina dewletê de ne. Kaya wiha got: “Em dê şopdarên vê dozê bin. Xwendekarên Kurd yên ku ji bo jiyaneke azad têdikoşin dibin hedefa polîtîkayên şerê taybet û înkar û îmhaya TC. Em wek xwendekrên Kurd dê Murat Elibol, Şerzan Kurt û Aydin Erdem dê jibîr nekin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya runiştinê ya 10 deqiqeyan pêk hat û sirûda ‘Ýro çarxa şoreşê’ hat xwendin.
HEVALÊN WÎ YÊN ZANÎNGEHÊ JI BÎR NEKIR
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê jî Aydin Erdem bi guleya polîsan hat qetilkirin ji bîr nekir. Hevalên wî wêneyên Erdem li ruyê xwe dan û ji Fakulteya Perwerdê ya Ziya Gokalp heta Fakulteya Fen Edebiyatê meşiyan. Xwendekaran dirûşme berz kirin û polîsan ewlehiyên berfireh girtin.