Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê hatin berdan
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê hatin berdan
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê hatin berdan
Piştî êrîşa koma binavê “Ciwanên Misilman” yên Zanîngeha Stenbolê, 30 xwendekarên polîsan binçavkirin hatin berdan. Heman komê careke din hewilda êrîş bikin.
Koma binavê “Ciwanên Misilman” yên ji Fakulteya Wêjeyê ya IU’yê piştî êrîşa bikevir, daran 57 xwendekarên ku hatin binçavkirin û ji wana 27 xwendekar piştî karûbarên wan yên li emniyetê xilasbûn bi fermana dozgeriyê hatin berdan, 30 xwendekar jî sewqî dozgeriya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kiribûn. Piştî karûbaran dozgeriyê hemû xwendekar serbest berda.
Li aliyê din jî ku ev hefteyeke li Zanîngeha Stenbolê rageşî heye, îro piştî 10 endamên “Ciwanên Misilman” rûyê wan girtî hatin kampusa zanîngehê carekedin rageşiyê rû da. Koma ku li ber Fakulteya Îxtisadiyê xwe amade dikirin bi kevir û daran êrîş bikin, piştî demekê ji aliyê polîsan ve dora wan hate girtin û ji kampusê derxistin. Li zanîngehê rageşî hêjan didome.