Xwendekarên Kurd yên li Fransayê yekemîn kongreya xwe pêktînin

Xwendekarên Kurd yên li Fransayê yekemîn kongreya xwe pêktînin

Xwendekarên Kurd yên li Fransayê jiyan dikin di bin navê ‘Yeketiya Ciwanên Kurdistanê-Fransa (YXK-Fransa) kongreya xwe pêktînin. Kongreya ku çav lê ye ji tevayî Fransayê beşdarbûn çêbibe, dê roja Şemî li Zanîngeha Inalco ya li Parîsê pêk bê.

Xwendekarên Kurd ku ev ji du salan ve ye li Parîs û bajarên cûda yên Fransayê lezdane rêxistinbûnê, amadekariyên kongreya xwe ya yekem dikin. Di derbarê xebatan de ji nûnerên komîteya amadekar ya kongreyê Yekbûn Eksen agahî dan ANF’ê û diyarkir ku, ji bo beşdarbûna kongreyê tu asteng tune ne û em hemû xwendekarên li Fransayê dixwînin ferq nake yê zanîngehê be yan jî amadeyî be vedixwînin kongreyê.

Xwendekara Masterê Yekbûn Eksen diyarkir ku, kongre dê ji bo xwendekarên li Fransayê dixwînin bi xebatekî bikoordîne. Eksen destnîşan kir ku, armanca wan ya bingehîn ewe ku, xwendekarên Kurd bi awayek baş nûnertiya civaka Kurd ya li Fransayê jiyan dike, bike û bide naskirin. Eksen weke din jî da zanîn ku, ew dixwazin di serî de li zanîngehan û hemû platformande bi awayek baş tekoşîna azadiya gelê Kurd bidin vegotin û pêşengtiya vê bikin. Eksen aşkera kir ku, ew dê di kongreyê de pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û dê plansaziya salekê ya xwe derxînin. Eksen destnîşan kir ku, armanca wan ya sereke ewe ku, ew xwe bigehînin hemû xwendekarên li Fransayê dixwînin û wana bixin tevgerê.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji bo kongreyê hatî dayîn de hate diyarkirin ku, Kongreya ku li rastî veguhertinên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hatî, pêwîste xwendekarên Kurd yên li Ewropayê dixwînin di vê demê de bi awayek koordîne tevbigerin û xwedî helwestekî hevpar bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, ev kongreya bê kirin dê xwendekarên Kurd yên li Fransayê dixwînin û rêxistinên xwendekarên yên li welatên din yên Ewropayê bigehîne hev.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, “Fransa-YXK dê girêdayî prensîbên Konfederalîzma Demokratîk li ser bingehê paradîgmaya civakî ya ekolojîk û azadiya zayendî xwe rêxistin bike. Daxwaza bingehîn ya xwendekaran dê bibe bidestxistina mafên gelê Kurd. Her wiha xwendekarên Kurd ji bo sêsed hezar Kurdên li Fransayê jiyan dikin bêhtir bên naskirin û bên temsîl kirin dê xebatan birêve bibin.”

Kongre dê li Zanîngeha INALCO ya li 65 rue des Grands Moulins, 75013, roja şemiyê di navbera demjimêrên 9.30 û 19.00’an de pêkwere.