Xwendekarên komkujiya Roboskê protestokirin hatin cezakirin
Xwendekarên komkujiya Roboskê protestokirin hatin cezakirin
Xwendekarên komkujiya Roboskê protestokirin hatin cezakirin
14 xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi hinceta ku komkujiya Roboskê protesto bikin, destur nedane xwendekarên din bikevin dersê rastî cezayê hatin. Ligel şahiya peywirên ewlehiyê û hîndekaran zanîngehê ku diyar kirin xwendekaran kes asteng nekiriye jî li 14 xwendekaran, ji 11 kesan re salek û 8 meh, li 3 heban du sal mehek ceza hat birîn.
Bi armanca protestokirina komkujiya Roboskê li Falulteya Hiqûqê ya zanîngeha Dîcleyê di navbera 29-30’ê kanûnê de çalakî pêk hatin. Ji berk u xwendekar neketin azmûnê Dekantiya Fakulteyê azmun betal kir.
Hat îdia kirin ku xwendekraên bi navê Faruk Bozan, Veysel Kadandir, Serdar Ataman, Emin Bozkurt, Seyhan ÇÎltepe, Ubeyit Acar, Aşik Vangolu, Mesut Aydin, Sultan Uruk, Metin Adiyaman, Azat Tanişman, Mahsun Kaya, Huseyin Îzol û Berivan Orenç di dema çalakiyê de ji bo xwendekarên din nekevin azmunê astengî derxistine. Rojek piştî wê polîsan bi ser kampusê de girt û xwendekar binçavkirin.
Sultan Uruk, Metîn Adiyaman û Huseyîn Îzol hatin girtin û yên hatin berdan. Serdozgeriya komarê 3 îdianameyên cuda amade kir û xwestin xwendekar ji sûcên ‘ji derveyê kanûnê propagandaya rêxistinê kirin’, ‘astengkirina perwerdehiyê’ bê darizandin.
Danişîna dozê di Adara 2012’an de li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Sultan uruk, Metîn Adiyaman û Huseyîn Îzol hatin tahliyekirin.
Cigirê amîrê ewlehiya zanîngehê Omer Tutal diyar kir ku xwendekarên din ketine azmûnê û van xwendekaran ew ateng nekirine.
Hîndekar Şenay Canoruç û Vahap Coşkun jî hatin guhdarîkirin û wan jî diyar kirin ku bi tu awayî xwendekarnehatine astengkirin.
Dadgehê der barê xwendekarên Zanîngeha Hiqûqê Faruk Bozan, Veysel Kadandir, Serdar Ataman, Emîn Bozkurt, Şeyhan Çîltepe, Ubeyît Acar, Aşik Vangolu, Mesut Aydin, Sultan Uruk, Huseyîn Îzol û Berîvan Oerç de her yekê salek û 8 meh ceza birî.