Xwendekarên komkujiya Reyhanli protesto kirin rastî êrîşa polîsan hatin

Xwendekarên komkujiya Reyhanli protesto kirin rastî êrîşa polîsan hatin

Bi hezaran xwendekarên zanîngehên Marmara, Stenbol, Zanîngeha Teknîkê ya Stenbol, Galatasaray, Zanîngeha Teknîkê ya Yildiz ji bo protesto kirina komkujiya Reyhanliyê meşek li darxistin, polîsan êrîşî meşa xwendekaran kir. Di êrîşa ku polîsên çevîk guleyên plastîk bikaranîn de 6 xwendekar birîndar bûn û hate ragihandin ku rakirine nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku, guleyek ya plastîk ji piştê ve li seriyê xwendekarekî ketiye.

Bi hezaran xwendekarên zanîngehên Marmara, Stenbol, Zanîngeha Teknîkê ya Stenbol, Bogazîçî, Galatasaray, Zanîngeha Tekînê ya Yildiz yên li Stenbolê ji bo komkujiya li navçeya Reyhaliya Hatayê protesto bikin meşek pêkanîn.

Xwendekaran li Beyazit û Gumuşsuyuyê li du rêyan dest bi meşê kir. Xwendekaran bi sloganên “AKP xwedî dike, çete lêdidin”, “Gelê Reyhanliyê tenê nîne”, “Qatil DYA, hevkar AKP”, “Dê ciwan hesabê ji AKP’ê bipirsin” meşiyan. Ciwanên ku li ber Stadyûma Înonu hatin gel hev, xwestin ber bi Ofîsa Serokwezîrtiyê ya li Dolmabahçeyê bimeşin. Lê belê polîsên çevîk bi TOMA’an bend li pêşiya xwendekaran danî. Piştî ku xwendekar di meşa xwe de bi israr bûn, polîsên çevîk bi ava şid û bom beyên gazê êrîş kir. Di navbera polîsên çevîk û xwendekaran de pevçûnê rû da.

Xwendekar hatin rex Zanîngeha Hunera Ciwan ya Mîmar Sînan ya li Kabataşê. Hêzên çevîk bi ava şid û gaz avêt nava zanîngehê. Xwendekarekî zanîngehê ev rewş protesto kirin, ji zanîngehê derket û daxuyaniya “Yên ku Reyhanli hiştin bin xwînê de û li vir mudaxeleyê me dikin heman çemke”. Xwendekar israr dikin ku bimeşin.