Xwendekaran bersiv dan Demîrtaş û şitil çandin

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Demîrtaş bi rêya twitterê ji bo çandina şitlê daran bang kir. Xwendekarên zanîngehê jî ketin nava liv û tevgerê û li parka li peravê Modayê şitil çandin.

Serokê Giştî yê AKP'ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Tayyîp Erdogan ji bo ji xwe re qesrekê li Marmarîsê çêbike, bi hezaran dar da birîn. Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş jî nerazîbûn nîşanî vê yekê da û bang kir ji bo şitil bên çandin. Demîrtaş ev banga xwe bi rêya twitterê kir. Xwendekarên zanîngehê jî bersiv dan banga Demîrtaş û ketin nava liv û tevgerê.

Xwendekaran tevî namzeta HDP'ê ya parlamenteriyê ya Stenbolê Şehrîban Alkiş, li parka li peravê Moda ya Kadikoyê şitlê daran çandin. Alkiş ku bi xwe jî xwendekar e, dowîzên bi nivîsa "Ji bo zanîngeheke azad, zanist û demokratîk, şitlek ji bo Demîrtaş" û "Ji bo paşerojeke azad, şitlek ji bo HDP'ê" danî ber şitlên hatin çandin.