Xwendekar li Bangladeşê daketin qadan

Li gelemperiya Bangladeşê bi hezaran xwendekar daketin qadan û "kota cihêkar" a ku hikumetê li xizmetên cemaweriyê ferz kiriye, şermezar kirin. Ji ber destwerdana hêzên çekdar ên dewletê şer derket û nêzî 100 xwendekar birîndar bûn.

Xwepêşandanên protestoyî êvara Yekşemê dest pê kir heta ber destê sibehê dewam kir. Zanîngeha paytexta Dakkayê veguherî qada şer. Hêzên dewletê bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê dest li xwendekaran werdan.

Xwendekar hikumetê protesto dikin ku kota daniye ser fonskiyonên cemaweriyê yên perwerdeyê. Çalakiyên xwendekaran weke yek ji xwepêşandanên herî mezin ên şermezarkirinê tên dîtin ku di dema Serokwezaretiya 10 salan a Şeyh Hasîna hatine kirin.

Çalakiyên aştiyane ji ber êrîşa polîsan veguherîn bûyerên şîdetê. Zêdeyî 100 kes birîndar bûn û herî kêm 15 kes hatin destgîrkirin.

Çalakiyên xwendekaran piştî biryara hikumetê dest pê kirin, ku hikumetê nîvê qadên kar ên cemaweriyê ji malbatên kesên di şerê serxwebûnê yê sala 1971'ê de cih girtin û hindikahiyên dezavantaj re veteqand. Ev biryar dibe sedem ku beşeke biçûk a hejmareke zêde ya xwendekarên xwedî dîploma kar bi dest bixin.

Hasam El Mamun ku yek ji pêşengên çalakiyan e got, "Ev kota cihêkar e. Ji ber sîstema kotayê, 56 ji sedî yê wezîfeyên cemaweriyê ji 5 ji sedî yê nifûsa welêt re tên veqetandin. 95 ji sedî yê nifûsa welêt neçar in ji bo 44 ji sedî yên wezîfeyên cemaweriyê têbikoşin."

Çalakiya ku xwendekarên Zanîngeha Dakkayê dest pê kirin, li zanîngehên din ên welêt belav bû. Bi hezaran xwendekarî ders boykot kirin. Amadekar dibêjin, dibe ku bi deh hezaran xwendekar tevlî çalakiyan bibin.

Şeyh Hasîna Vecîd ku keça yek ji kesê di şerê serxwebûnê de jiyana xwe ji dest daye, daxwaza jinûve nirxandina biryara kotayê red kir.