Xwediyên xelatên Mûsa Anter diyar bûn

Xelatên Nûçegihaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdê Çapemeniya Azad hatin aşkerekirin Di pêşbirkê de ku rojnameya Yenî Yaşamê hazir kiribû, ji 5 kategoriyên cuda xelat hatin dayin.

Zanayê Çapemeniya Azad Mûsa Anter (Apê Mûsa) 20'ê Îlona 1992'an piştî ku li Amedê ji hêla JÎTEM'ê ve hate qetilkirin, xwediyên xelatên di qada nûçegihaniyê de têne dayin, Xelatên Nûçegihaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bû.

Di Pêşbirka 27'an de a Nûçegihaniyê ya Mûsa Anter û Çepemeniya Azad de ku rojnameya Yenî Yaşamê hazir kiribû, di kategoriya ''Nûçeyên Tirkî'', ''Nûçeyên Kurdî'', ''Fotograf'', ''Karîkatur'' û ''Nûçegihaniya Jinê'' de ya ku ji bîranîna Gurbetelî Eersoz tê dayin, xelat hatin dayin.

Di kategoriya Nûçeyên Tirkî de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Erdogan Alayumat bi nûçeya ''261 ceneze li peyareyê hatin veşartin'', Xelata Taybet a Jûriyê ya NûçeyênTirkî de nûçeya nûçegihan Ercument Akdeniz, ''Bi Şifreya 'Rêwî' Penaber Birin Mirinê'' ku rojnameya Evrenselê de weşiyabû, stand.

Di kategeriya  Nûçeyên Kurdî de Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surum bi nûçeya ''Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT'ê şandin'', ya ku di Ajansa Mezopotamyayê de weşiyabû, xelat standin. Her wiha Medya Uren bi nûçeya, ''Me xwe gihaşte nameya Î.E' ya ku çawişê pisporê tecawiz lê kiribû'', ku di Jinnewsê de weşiyabû xelat stand.

Xelata Nûçegihaniyê Jinê ya Gurbeteli Ersoz jî ji Gazete Karincayê Sibel Yukler bi nûçeya ''Polîsan hema hema Emîne Bulut sucdar kirine'', Xelata Taybet a Jûriyê ya Nûçegihaniya Jinê jî, ji Ajana Mezopotamyayê Dîlek Oncel bi nûçeya, ''Mirina gumanbar a dayika ku bûbû şahid tecawiz li keça wê hatî kirin'', xelat stand.

Di kategoeriya wêneyan de jî wêneyê bi navê 'Dorpêç'' a Zeynep Kuray xelat stand, ku dema wekîlên HDP'ê belavok belav dikirin polîsan ew dorpêçkiribûn wêne hatibû girtin.

Her wiha  wêneyê Fatoş Erdogan a bi navê ''Wêneyê Tirkiyê'' jî xselat stand, ku wêne yê cenazeya parêzer Ebrû Timtîk bû, ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû.

Xelata Taybet a Jûriyê bi wêneyê ''Hasankeyf''ê Seda Taşkin stand.

Di kategeriya karîkaturê de jî  xelata pêş dane Beşîr Geroglu, di Beşa Xelata Taybet a Jûriyê jî di kategoriya karîkaturê de Kiymet Guven stand.