Xwediyê mala li Almanya ya ku Omer Guney têde dima axivî
Xwediyê mala li Almanya ya ku Omer Guney têde dima axivî
Xwediyê mala li Almanya ya ku Omer Guney têde dima axivî
ANF’ê xwe gihand xwediyê mala li Almanya ya ku Omer Guneyê ku ji ber bûyera qetilkirina sê jinên Kurd ên li Parîsê hate girtin, lê dima. Xwediyê malê da zanîn ku Guney tebaxa 2012 bi lez û bez tiştên xwe yên malê kom kiriye û ji malê derketiye û got: “Teqez xwedî nêrînên faşîst bû. Rojekê ji min re gotibû ‘ger tu Nazî bî, ez jî Tirkê Osmanî me.”
Aşkere bû ku Omer Ziya Guney di sala 2011 de heta tebaxa 2011 di vê malaê de maye. Xwediyê mala li bajaroka Schiersee ya ku 50 km ji Munîhê dûr e, derbarê bersucê bûyera Parîsê Omer de agahiyên balkêş da.
Almanê kal ku nexwest nasnameya xwe aşkere bike, diyar kir ku wî mala du ode di nîva sala 2011 de bi kirê dabû Omer Guney. Xwediyê malê diyar kir ku Guney bi qasî salekê di mala wî de bi kirêya 320 Euro jiyaye û got:
'KINCÊN XWEŞIK LI XWE DIKIR, ALMANIYEK BAŞ DIAXIVÎ'
"Omger Guney ji me re got ku ji ber ku ew ji hevsera xwe ya li bajaroka Bad Tolzê cûda bûye hatiye vir. Bi tenê li malê dijiya,kesek nedihat wir. Her tim kincên xweşik li xwe dikir. Her tim kat li ber xwe dikir. Pir bi nazikî nêzîkî me dibû. Bi almaniyek baş diaxivî. Kirêya xwe her tim di dema xwe de dida û tu pirsgirêk di vî warî de tune bû. Lê diyar bû ku nijadperestek Tirk bû. Me carek li ser mijarek ne girîng nîqaş kir. Bi qasî tê bîra min porê xwe qûsandibû. Min jî got te çima wisa kiriye, di carekê de rabû ser piyan û qîr da û got ‘Ger tu Naziyê Alman bî, ez jî Tirkê Osmanî me’. Kesek xwedî nêrînên faşîst dikare van gotinan ji yeke Alman re bêje. Kengî dihat kengî diçûm me nedizanî."
"BI DU WESAYITAN ÇÛ FRANSEYÊ"
Xwediyê malê diyar kir ku rojek a tebaxê bû, Guney bi xof hate malê û got: “Wê rojê malbata wî ji Tirkiyeyê vegeriyabû û li şûna Franseyê yekser hatibûn vir. Omer bi xov bû û ji me re got ‘ ez ê bi malbata xwe re biçim Franseyê, ez ê li şûna kirêya vê mehê tiştên xwe ji we re bihêlim.”
Xwediyê malê diyar kir ku xwîşk, bira û dayik û bavê wî hatibûn mala wî û got: "Me wê rojê ji wan re got herin ji xwe re li Schliersee bigerin, vir pir xweş e. Lê gotin em gelek bi lez in û bi du wesayitên ku yek bi plakaya Franseyê û yek jî bi ya Almanyaayê çûn. Wesayit mezin bûn û pir tije kiribûn. Du jin bûn, ji me re got ku ew xwîşkên wî ne. Yek ji wan bi înglîzî axivîbû, ji ber ku di malê de wê rojê gelek qelebalix kirin û me jî wan hişyar kiribû."
'POLÎSAN AGAHÎ JI ME NEGIRTINE'
Xwediyê malê diyar kir ku heta niha polîsên derbarê mijarê de tu agahî ji wan wernegirtine û got: “Em ji we dibihîsin ku Guney li Parîsê hatiye girtin, bi rastî jî ez matmayhî bûm. "
Guneyê sala 2010 ku li Bad Tolza 50 km dikeve başûrê Munîhê dima, di sala 2011 û 2012 d ejî hatiye Schlierseeyê. Di mijara 2011 de jî bibû endamê komeleyek Kurd li Parîsê.