Xwediyê îmtîyazê yê Ozgur Gundemê Sancili dîsa hate girtin!
Derbarê xwediyê îmtîyazê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili ku hatibû berdan, piştre hate girtin û ew birin girtîgehê.
Derbarê xwediyê îmtîyazê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili ku hatibû berdan, piştre hate girtin û ew birin girtîgehê.
Danişîna doza rojnameya Ozgur Gundemê, ya ku bi Biryarnameya Bi Hikmê Qanûnî (BHQ) hatibû girtin, çêbû. Di dozê de endamên şêwra weşanê ya rojnameyê nivîskar Asli Erdogan û zimanzan Necmiye Alpay jî di nav de 9 nûçegihan têne darizandin.
Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 23'yan a Stenbolê, cara 12'an çêbû. Li danişînê Kemal Sancili û Rêvebera Weşanê ya Giştî ya berê ya rojnameyê Eren Keskîn jî hazir bû. Konsolosên Elmanya û Hollanda jî li danişînê hazir bûn.
Şandeya dadgehê derbarê Sancili biryara berdanê stannd û danişîn taloqî 3'yê Tîrmehê bû.
Lê Sancili bi hinceta ku ji dozeke dî cezayê wî teqez bûye dîsa şandin girtîgehê.