Xwedekaran YOK û Rewşa Awarte protesto kirin
Xwendekarên Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê pêkanînên YOK’ê û Rewşa Awarte protesto kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê pêkanînên YOK’ê û Rewşa Awarte protesto kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Akdenîz (AU) salvegera damezirandina Desteya Perwedehiya Bilind (YOK) û pêvajoya Rewşa Awarte protestokirin. Xwedekarên ku li sûka Olbîayê kom bûn û bi qîrîna dirûşmên "Wê dorpêça YOK, polîs û medyayê bê rakirin" û "Polîs simit bifiroşe bi rûmet bijî" heta sûka Olbîayê meşiyan.
Li ser navê xwendekaran Buşra Ûyar daxuyanî da û diyar kir, YOK a bi cuntaya 12'ê Îlonê ava bû, bi qedexe û êrîşan zext li ser zanîngehan kiriye û ew dorpêç kiriye. Ûyar destnîşan kir ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê di bin navê Rewşa Awarte de êrîş hê zêdetir bûne. Ûyar da zanîn ku di vê pêvajoyê de desthilatdariya siyasî êrîşî hemû aliyan kir, li dijî van êrîşan a di destê ciwanan de maye, tenê mezinkirina têkoşîn û berxwedanê. Ûyar diyar kir ku weke ciwan wê zanîngehên xweser bi destê xwe ava bikin.
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.