Xwe ji komkujiya Şengalê parast, li Elmanyayê hat kuştin

Arkan Huseyîn Xelefê 15 salî yê Ezidî li bajarê Celle ya Elmanya, di 7’ê Nîsana 2020’an de ji hêla kesekî Elman ve hate qetil kirin. Di salvegera yekemîn a qetilbûyîna wî ciwanî de însiyatîfa Celle banga tevlîbûna xwepêşandaneke ji bîranîna wî kir.

7’ê Nîsanê yekemîn salvegera qetilbûyîna ciwanê Êzidî Arkan Huseyîn Xelef e. Însiyatîfa "Li Gedenken an Arkan" banga beşdariya li bîranîna (nenavendî) dikin.

Arkan Huseyîn Xelef û malbata wî di qirkirina civaka Êzidî ya li Şengalê de ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê ve di Tebaxa 2014’an de sax man. Ew di ser Tirkiye û Yewnanîstanê re penaberî Elmanyayê bûn û ji 2015’an ve li Saksonya Jêrîn a Elmanyayê dijîn. Di 7’ê Nîsana 2020’an de Xelef li bajarê Celle ji hêla kesekî Elman ve hate qetilkirin. Ev kiryara hovane demek kurt piştî cînayetên nîjadperestî yên li Hanaûyê qewimî.

Însiyatîfê diyar kir ku li bajarê Celle, di salvegera yekemîn a qetilbûyîna Arkan de roja 7’ê Nîsanê di saet 4:30’an de li Triftpark’ê çalakiyek bîranînê tê plankirin û piştre wê xwepêşandanek were lidarxistin.

Her wiha Însiyatîfê bang kir ku ji ber rewşa heyî, ji bo bîranîna Arkan li deverên din jî çalakiyên cihêreng ên ne navendî têne kirin. Çalakî wê li ser twîtterê were kirin. Ev bang jî wiha hatiye kirin, "Em di heman demê de bang dikin ku di 7’ê Nîsanê saet 20:00’ê êvarê de bi heştega #GerechtigkeitfürArkan bahoza Twitterê bikin."