Xizmên windayan piştgirî dan banga Rêber Apo

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî lidar xistin û hesabê qurbaniyên bi zorê hatine windakirin, pirsîn û her wiha piştgirî dan banga Rêber Apo.

XIZMÊN WINDAYAN

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê hesabê windayan pirsîn. Xizmên windayan aqûbeta qurbaniyên ku di salên 1990’î de di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, pirsîn û xwestin ku faîl bên cezakirin.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’yê ya Colemêrgê û xizmên windayan, di hefteya 164’an a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya li navçeya Gever a Colemêrgê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Yaşar hate pirsîn.

Li vir Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz qala çîroka Mehmet Yaşar kir û got, Mehmet Yaşar hîna 32 salî bû, li pêş çavê mirovan hate binçavkirin û piştre hate windakirin.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê li ber Konak Eskî Sumerbang çalakî lidar xist. Di çalakiyê de pankartên “Winda wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, winda li kuderê ne” hatin vekirin. Ji xeynî Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çûbûk, gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Ridvan Karakoç hate pirsîn ku di 15’ê Sibata 1995’an de dema 34 salî hate windakirin û êdî agahî jê nehat wergirtin.

Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Caner Canli li vir axivî û diyar kir ku derbarê Karakoç di sala 1994’an de biryara girtinê hate dayîn. Canli got, di 15’ê Sibata 1995’an de herî dawî agahî ji Ridvan Karakoç hate girtin, lê piştre êdî agahî jê nehat girtin û serlêdan bêbersiv dimînin.

AMED

ÎHD û xizmên windayan di hefteya 838’an a çalakiya xwe de, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu hatin ba hev. Gelek nûnerên rêxistina civakî ya sivîl û siyasetmedar beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz axivî.

Yilmaz bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Apo û diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê gav were avêtin û ew ê jî piştgirî bidin vê pêngavê.

Di çalakiyê de hate xwestin ku faîlên Cuneyt Aydinlar bên cezakirin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan, di hefteya 674’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan li Cadeya Gulistan hatin ba hev. Wêneyên qurbaniyên di bin çavan de hatine windakirin, hatin hilgirtin û gelek kesan piştgirî dan çalakiyê.

Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Huseyîn Elçî li vir axivî û qala çîroka Tahir Aslan û Mehmet Alî Aslan kir ku 1’ê Adara 2001’an hatin binçavkirin û piştre êdî agahî jê nehatin wergirtin. Elçî ragihand ku heta faîl tên dîtin û darizandin, ew ê têbikoşin.