Xizmên windayan li 4 navendan di çalakiyê de bûn

Xizmên windayan li 4 navendan di çalakiyê de bûn

Xizmên windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li Amed, Êlih, Geverê û Cizîrê li aqûbeta welatiyên hatine windakirin pirsîn.

AMED

Li Amedê xizmên windayan û nûnerên ÎHD'ê ji bo aqûbeta welatiyên ku hatin windakirin bipirsin di herfteya 302'emîn de li Parka Koşuyolu hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Nûnerê ÎHD' û endama komisyona ÎHD'ê Nîgar Kuçaman di çalakiyê de axivî û got ku hêzên ku tehemulî berxwedana gelê Kurd a li Kobanê nakin êrîşî Kobanê dikin. Kuçaman da zanîn ku civaknas Kader Ortakaya ji bo tevlî vê berxwedanê bibe hewl da biçe ji hêla van hêzan ve hat qetilkirin. Nîgar Kuçaman çîroka birayên hev Abdullah Heycan û Alî Heycan di sala 1995'an de li Deriyê Xaburê ya Silopiya Şirnexê hatin windakirin vegot. Bavê wan di sala 1998'an de serî li midûriyeta polîsan û dozgeriya Cizîrê da. Rayedarên dewletê ji wî re gotin ku her du birayên hev jiyana xwe ji dest dane.

ÊLIH

Çalakiya xizmên windayan ên ji bo lêgerîna edaletê li Êlih bi dirûşmên “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 302'yemîn de bi tevlî bûna gelek welatiyan dewam dike. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagatir axivî. Bagatir xwest di hefteya 302'yemîn de kuştinên qirêj ên hatin kirin werin ronî kirin, "Komkujiyên hatin kirin ji derveyî nirxê mirovahiyê ye û sûcê mirovahiyê ye. Li aliyekê li Tirkiyeyê eger aştiyek çêbe pêwîst e ev kiryarên ji derveyî mirovahiyê werin ronî kirin."

Piştî axaftina Bagatir, çîroka windakirina Abdurahman Olcay ê ku di sala 1995'an de li Kerboranê hate binçavkirin û windakirin de ku di dawiya heftiya buhrî de bi testa DNA'yê ku hestiyê wî hatibûn teşhîskirin û bi taybet di heman malbatê de 7 kes hatibûn qetilkirin vegotin. Çîroka windakirina Dogan ji hêla hevjîna wî Mizgîn Dogan hat vegotin û ev tişt anî ziman: "Di sala 2003'yan de em rastî hestiyên birayê min û kurapê min hatin. Niha ji em rastî hestiyên hevserê min hatin. Cenazeyê hevserê min li Qoserê hate dîtin. Niha jî testa DNA'ê aşkera bû. Em ê sibe li goristana Esrî ya Êlihê defin bikin."

GEVER

Li navçeya Gevera Colemêrgê xizmên windayan û nûnerên Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo pirskirina cinayetên "Kujer ne diyar" û bi daxwaza darizandina kujeran cara 34'an li Kolana Hunerê hatin gel hev. di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hilgirtin û di kesayeta zarokên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Di çalakiyê de nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Muhyettîn Unal, Uğur Kaymaz, Ceylan Onkol, Berkîn Elvan ve Îbrahîm Arasê ku ji aliyê dewletê ve hatine kuştin mînak da û got: "Heta îro sedan zarok hatin qetilkirin. Zarokan çi ji we kiriye. ji bo her zarokeke hate kuştin hinceta dest de çek hebû yan jî hicetên cur bi cur dan nîşandan. Herî dawî jî li Geverê zaroka 10 salî yê bi navê Serhat Işik dema ji dibistanê vedigeriya ji aliyê polîsan ve hate sekinandin û lêdan xweribû û hatibû derbkirin. Bi vê minasebetê divê mafên zarokan têkeve di bin ewlehiyê û hewceye ji komkujiyên zarokan re bêjin bes e."

Piştre Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk yê Geverê Vahîd Şahînoglu jî diyar kir ku tundiya li hember zarok û jinan ji aliyê hêzên desthilatdar ve her tim wek "amûrê terbiyekirinê" hatiye bikaranîn. Şahînoglu wiha axivî: "Heta roja îro hezaran zarok hatin qetil kirin û ewqas jî jin û zilam ji aliyê pergalê ve hatine qetilkirin. Em ê têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bi hev re bidin meşandin û ji bo ku jin û zarok di civakek exlaqî û wijdanî de bibe xwedî maf, di çarçoveya paradigmaya Rêbertî de ev ê esas bên girtin."

Piştî axaftinan bi tevî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan daxuyanî bi dawî bû.

CIZÎRÊ

Li Cizîrê Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî kujerên Omer Candorukê ajokarê texsiyê ku bi tevî 3 rêwiyên xwe ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibûn revandin û piştre jî hatibûn qetilkirin pirs kirin. Hevjîna Candoruk Hanim Candoruk diyar kir ku kujerên bûyerê li Amedê di doza JÎTEM'ê de hatine darizandin lê serbest hatine berdan û got ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Bi armanca pirskirina rewşên kesên ku li navçeya Cizîra Şirnexê di bin çavan de hatine windakirin her hefte Dayikên Şemiyê ku çalakiyê li dar dixe vê heftê jî di hefteya 310'emîn de careke din hatin ba hev. Malbatên ku bi taybet jî wêneyen xizmên xwe yên ku di salên 1990'î de hatine windakirin hilgirtin, di ketina kolana Hunerê de hatin gel hev û pankarta wêneyên windahiyan vekirin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Meslîsa Jinan a KESK'ê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, ÎHD û endamên Meclîsa Dayêkên Aştiyê tevli çalakiya vê hefteyê bûn û piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de her hefte çîrokek tê vegotin. Vê hefteyê jî çîroka Omer Candorukê ajokarê texsiyê ku bi tevî 3 rêwiyên xwe ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibûn revandin û piştre jî hatibûn qetilkirin hate vegotin. Hevjîna Candoruk Hanim Candoruka ku bi salane ji bo ku kujerên hevjînê wê bê darizandin têkoşiya tiştên ku hatin jiyîn û wiha vegot: "Yên ku hevjînê min qetil kirin endamên JÎTEM'ê yên wê demê Abdulhakîm Guven, Cemal Yuzbaşi, Hidir, Kamîl Atak û hevalên wan in. Ew demekê li Amedê di doza JÎTEM'ê de hatin darizandin lê hemû jî hatin berdan."

'ŞAHIDÊN BÛYERÊ HÊ JÎ DIJÎN'

Candoruk diyar kir ku ew wek malbatan vê napejirînin û ew dixwazin bûyerên ku di taritiyê de mane bêne ronîkirin. Candoruk wiha pêde çû: "Wan mirovan hevjînê min qetil kirin. Di nava rojê ew komkujî pêk anîn. Şahidê bûyerê hê jî dijîn. Piştî ku hevjînê min qetil kirin bi wesayita wî li kolanan digeriyan. Hemû kesî ev dizanîn û didîtin. Bi salane em li vir daxwazên xwe yên edaletê tînin ser ziman. Em tu car dev ji têkoşîna xwe bernadin û heyanî dilopek xwina xwe ya dawiyê hebe em ê di nava lêgerîna edaletê de bin."