Xizmên windayan ji Cavit Özalp li hev civiyan

Li Amedê xizmên windahayan û parêzvanên mafên mirovan lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Di çalakiyê de ji bo Cavit Özalp hesap hate pirsîn ê ku dewletê ew qetil kiribû.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan bi boneya daxwaza edalet bînin ziman bi dirûşmeya “Bila Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 474'an de çalakiya xwe li şaxa ÎHD'ê berdewam kirin. Xizmên windayan pankart vekirin a ku wêneyên windayan li ser hebû. Endam û rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Cavit Özalp hate pirsîn ê ku di sala 1995'an de li Amedê hat binçavkirin û windakirin.

Di çalakiyêde Cîgirê Hevserokên Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Raci Bilici, diyar kir ku 474 hefte ne li windayan digerin û wiha got: "Li ser rûyê erdê tu tişt winda nabin. Tu tişt veşarî namînin. Nêzîk an jî dereng wê teqez rojekê edalet cihê xwe bibîne. Li ser vê axê dilê dayikan birîn kirin. Ji bo ev birîn bên cebirandin ev erka hemû mirovahiyê ye.”

Prz. Hasan Yalçın jî piştre çîroka Cavit Özalp ê di 1995’an de li Bismila Amedê hat windakirin xwend û wiha got: Özalp di 24'ê Îlona 1995'an de polîsan nasnameya kontrol kirin û ew binçavkirin. Piştî nasname kontrol kirin Cavît Özalp birin Fermandariya Cendirmeyan a Bismilê. Özalp li wir rastî îşkenceya dijwar hat û Özalp rakirin Nexweşxaneya dewletê ya Bismilê. Beriya bê qetilkirin bavê wî Haci Özalp jî li îstasyona Bismilê hat binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Bismilê. Ji bavê wî pirsa "Cavit Özalp li ku ye?" pirsîn. Demek şûnde bav Haci Özalp hat berdan. Di heman rojê de leşkeran cenazeyê Cavît Özalp li Gundê Kamberliyê yê Bismilê teslîmî keya kirin. Cenaze di du poşetan de teslîmî keya kirin. Dema nîşanî keya dan gotin “Dema mayîn nîşan didan, mayîn teqiya û Özalp jiyana xwe ji dest da.” 3 meh şûnde Qereqola Cendirmeyan bang li bav Haci Özalp kirin û xwestin bibe sîxurê wan.

Özalp ev yek red kir û serî li DMME'yê da. DMME'ê Tirkiye mahkûm kir.