Xizmên windahiyan ji Spanya edaletê dixwazin

Xizmên windahiyan ji Spanya edaletê dixwazin

50 kesên di dema Franco de li Spanyaye rastî îşkenceyê hatin, li Arjantînê der barê 4 polîsên kevin de doz vekirin.

50 Spanyiyên li welatê xwe edalet nedîtin, der heqê 4 polîsên ku dibêjin di dma Franco de li wan îşkence kirine, bi sedema sûcê li dijî mirovahiyê kirine li dadgeheke Arjantînê doz vekirin. Dozgera Federal a Arjantînê Marîa Servînî de Cûbrîa, temaşekirina dozê pejirand û di meha bihurî de der barê 4 polîsên kevin de fermana girtin û radestkirinê da. Ji polîsên mijara gotinê 2 jê hînê li Spanyayê dijîn.

Ji 6 hezar û 300 cesedên di 13 salên derbasbûyî de ji gorên komî hatin derxistin, nansmaye 2 hezar û 500 ji wan hatin diyarkirin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, der barê  van de ti gav ne hatine avêtin. Beriya 5 salan, 36 rêxistinên civakî yên sivîl, ji bo 114 hezar kesên ku di dema şerê navxweyî û yan jî destpêka diktatoriyê de hatin qetilkirin yan “windakirin” de bi sedan daxwaznameyên gilîkirinê dabûn. Parêzvanê Mafên Mirovan Baltasar Garzon ji bo vê pêvajoyê lêpirsînek da destpê kirin, lê di binpêkirina efûya ku 1977’ê de derketî, der barê wê de lêpirsîn hate destpê kirin. Berpirsê Rêxistina Efû ya Navneteweyî ya Spanyayê Esteban Beltran got ku hemû giliyên dadgehan paşve hatine xistin.

Lê hikûmeta Spanya ji bo lêpirsîna li Arjantînê xwe neda ber hevkariyê. Neteweyên Yekbûyî, ku ji bo xebitîna li ser windahiyên di dema Franco de komek şand, der barê binpêkirinan de Madrîd vexwend destpêkirina lêpirsînê. Lê muxalif û sosyalîstên ku girêdanekî wanî dirokî bi diktatoriya Franco ve heye li dijî guherînên zagona efûyê ne.