Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakî li dar xistin

Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin.

Xizmên girtiyan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî tevlî bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” hate hilgirtin û beşdaran pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.

Di daxuyaniyê de dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” hate berzkirin. Her wiha beşdaran li çepikan xistin, tililî berz kirin û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştî çalakiya rûniştinê, çalakî bi dawî bû.