Xizmên girtiyan: Bila qêrîna me were bihîstin

Xizmên girtiyan serdana Navenda Giştî ya ÎHD'ê kirin û gotin, ''Bila dengê qêrîna me were bihîstin.'' ÎHD'ê xwest ku her kes xwedî li berxwedana malbatên girtiyan derkeve.

Xizmên girtiyên nexweş û girtiyen ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, bi armanca ku ku xizmên wan bên berdan û tedawîkirin û hin serdanan bikin, hatin Enqerê. Xizmên girtiyan ku ji Wan, Amed, Şrinex,  Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Siirt, Edene û Stenbolê hatin Enqerê, serdana Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) kirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Endama Lijneya Birevebirina Navenda Giştî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen malbatan pêşwazî kirin. 
 
Malbatan li ÎHD'ê bi rêveberên ÎHD'ê re civîneke çapameniyê li dar xistin. Berpirsê Komîsyona Mafê Mirovan a HDP'ê Umît Dede û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker jî tevlî civînê bûn. 
 
Di civînê de destpêkê Hevserokê ÎHD'ê Turkdogan axivî û diyar kir ku her roj li Tirkiyeyê hejmara mirovên ku li edaletê digerin zêde dibe û wiha got: "Daxwazên xwe li meclisê anîn ziman. Dixwazin serdana me rêxistinên sivîl jî bikin û dengê xwe bidin bihîstin. ÎHD 36 sal in bi binpêkirinên mafan ên li girtîgehan re mijûl dibe. Niha pirsgirêka herî mezin neberdana girtiyên nexweş û astengkirina berdana bi şertê kontrola edlî ye. Dikarin binpêkirinên din jî bên rêzkirin."
 
Piştî Turkdogan Hevserokê MED TÛHAD FED'ê Ahmet Dogan jî derbarê nobetên edaletê yên li Amed, Wan û Rihayê de agahî dan û got ku ew piştgirî didin malbatên girtiyan. 
 
Li ser navê malbatan jî Herdem Merwanî axivî û ev tişt got: "Her derfet ji bo me girîng e. Ji ber vê em spasiya kesên ji me re derfet afirandine dikin. Rewşa girtiyan demeke dirêj e di rojevê de ye. Ji ber ku êdî çare name 55 roj in em nobeta edaletê didomînin. Ji vê nobetê daxwazên me hene. Em dixwazin demildest daxwazên bên bicih. Em li çareseriyê digerin. Êdî têra xwe rojev çêbû, êdî dem dema çareseriyê ye. Divê herkesî li cem me li çareseriyê bigere. Kîjan partî dibe bila bibe, ev mijareke wijdanî ye, em dixwazin li cem me bin. Em êdî baş dizanin ev pirsgirêk ne pirsgirêka partiyek ango malbatekê ye. Ev pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka edaletê ye. Ji ber vê em dixwazin dengê me bê bihîstin."
 
Încî Guler jî got ku bila dengê wan bê bihîstin û darbest ji girtîgehan dernekevin.
 
Piştî axaftina malbatan Turkdogan careke din mafê axaftinê girt û got ku ew daxwazên malbatan girîng dibînin û bang li desthilatê kir ku êdî dev ji polîtîkayên hepskirinê berde.