Xizmên berxwedêran: Çalakî rewa ye, em piştgiriyê didin

Nacî Sumelî ku kure wî di greva birçîbûnê de ye û Sûat Gunana ku birayê wî di greva birçîbûnê de ye, dan xuyakirin ku grev rewa ne û wê heta dawiyê piştgiriyê bidin wan.

Nacî Sumelî ku kurê wî 75 roj in di greva birçîbûnê de ye û Sûat Gunana ku birayê wî 159 roj in di greva birçîbûnê de ye, li ser grevên birçîbûnê yên 7 hezar girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê axivîn.

'GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ LI DIJÎ KIRYARÊN ANTÎ-DEMOKRATÎK, ÇALAKIYEKE RAST E'

Sumelî diyar kir, kurê wî bi rengekî neheq bi salan e li girtîgehê tê hiştin û bi bîr xist, gelek girtiyên siyasî yên Kurd mîna kurê wî bêyî delîl û îspatan bi biryarên siyasî hatine girtin. Sumelî ragihand, girtî ji mafên xwe yên demokratîk bêpar hatine hiştin û got, "Derfetên têkoşîneke demokratîk ji bo mirovên li derve re jî nehatiye hiştin.  Şîdeta ku çend roj in li dayikên me, hevser û xwişkên me tên kirin, vê yekê îspat dikin. Ev rewş nîşan dide ku çalakiya grevên birçîbûnê çalakiyeke rast e, ji ber ku li vî welatê antî demokratî faşîzm bi cih dibe û mafên têkoşîneke demokratîk nahêle."

Sumelî destnîşan kir, tevî zext û zordariyan jî wê bi zarokên xwe re bin û got, "Ji bo bidestxistina mafên demokratîk ên ku wan bi grevên birçîbûnê nîşan dane, çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê timî bi wan re bin. Em bang li dewletê dikin ku qanûnên xwe bi cih bîne."

'KÎ DENG BIDE AKP'Ê, EW HEVPARÊ VÊ ZILMÊ YE'

Sûat Gunana ku birayê wî yê cezayê muebetê lê hatiye birîn û 14 sal in girtî ye 159 roj in di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku xwişka wî jî di çalakiyên greva birçîbûnê de hatiye destgîrkirin. Gunana destnîşan kir, ew bi malbatî piştgiriyê didin grevên birçîbûnê û got, "AKP'ê li gorî xwe olek ava kiriye. Bi navê Îslamiyetê zilmê dike. Yên ku piştgiriyê didin AKP'ê divê hişyar bibin. Bila destekê nedin zilmê. Yên ku piştgirî dane vê zilmê weke ku bi xwe zilm kirine. Yên ku deng didin wan, hevparê komkujiyên wan e."