'Xistina parlamenteriya Yuksekdag ne li gorî qanûna ne û ti hikmê wê nîne’

Navenda Giştî ya Rêveberiya HDP'ê ragihand ku xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ne li gorî qanûnane û biryarekî siyasî ye.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê li ser xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de tê gotin ku bi vê biryarê carek din destûra bingehîn tê binpêkirin û wiha got: "Desthilata AKP'ê û Erdogan ku di siyasetê de tengav bûne û di vê krîza civakî û aborî de qanûnan binpê dike û êrîşî partiya me HDP'ê dike. Di krîzek wiha de ku encamên referandûmê ku ti encamekî bidestnaxe, dethilata AKP'ê û Erdogan ji rêbazên xwe yên qirêj ên di dîrokê de careke din serî lê dide. Ev hişmendiya ku hemû mafên qanûnî binpêdike, amadekariya bêqanûniyekî piştî referandûmê dike."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Rakirina mafê destwerdana parlamenterên me, piştre binpêkirinên destûra bingehîn û girtina wekîlên me, bi gav avêtina pêş ya hikûmetê ku Parlamenteriya Hevseroka Giştî ya Partiya me xistiye bi vê re îradeya gel tine hesibandine. Ev reşw nayê pejirandin û bê qanûniye. Em banga lezgin dikin ku Serokatiya Meclîsê ji vê bêqanûniyê vegere û xeteya xwe sererast bikin.

Bi xistina parlementeriya Hevseroka me Fîgen Yuksekdag, ji bo me û gelê me di referandumê de pêngavekî têkbirinêye. Li dijî van êrîşan heta niha me ti carî çong nedaniye, serî netewand. Ew kesên ku dixwazin bi êrîş, binçavkirin û girtinan ve me têkbibin bila baş bizanibin em ê herî zêdetir bi dengêkî bilind bêjin NA. Em ê têkoşîna xwe wek gotina Hevseroka me Fîgen Yuksekdag, “ Em ti carî teslîm nabin em ê bibin dawiya lenet, desthilat- diktaroriya Erdogan” Bi teqez em ê qezenç bikin.