Dijminatiya dewletê ya li Pirsûsê ev 3 sal in dewam dike

Di ser komkujiya Pirsûsê re 3 sal derbas bûn, ku di bin kontrola emniyet û MÎT'ê de bi destê DAÎŞ'ê hate kirin û 33 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hîn jî berpirsyar nehatine eşkerekirin.

Malbatên qurbaniyên Pirsûsê di nava 3 salan de dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedan. Zexta li wan tê kirin, gelekî zêde bû. Bi dehan kesên bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bûn û parêzerên dozê hatin girtin û êrîş li gorên qurbaniyan hate kirin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi şer, komkujî, kuştin û operaysonên qirkirina siyasî hêdî hêdî dest bi avakirina rejîma xwe ya yek zilamî kir. Di vê çarçoveyê de 30'ê Cotmeha 2014'an li civîna Desteya Ewlekariya Milî (MGK) biryar li ser 'Plana Têkbirinê' hate dayin. Yek ji komkujiyên li gorî vê planê hatin kirin, komkujiya li Pirsûsê bû. Erdogan ji bo tolê ji Şoreşa Rojava û têkçûna hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an hilîne, bi destê çeteyên DAÎŞ'ê welat kir gola xwînê.

20'ê Tîrmeha 2015'an bi banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), bi şiyara "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin" nêzî 300 ciwan ji bo pêlîstok û malzemeyên ji alîkariya însanî bigihînin Kobanê, berê xwe dan navçeya Pirsûs a Rihayê. Ciwan li Navenda Çandê ya Amarayê bi cih bûbûn û dema daxuyanî dan çapemeniyê êrîşeke xwekujî li nava wan hate kirin. Çeteyê DAÎŞ'ê Abdûrrhaman Alagoz êrîş kir û ji ber êrîşê 33 kes mirin, zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.

PIŞTÎ KOMKUJIYÊ KOMKUJIYÊ OPERASYON LI DIJÎ MÛXALÎFAN HATE KIRIN

Komkujî di bin kontrola MÎT û Emniyetê de hatibû kirin. 22'ê Tîrmehê piştî komkujiyê li Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin. Rejîma AKP'ê ev yek ji xwe re kir bahane û bi balafirên şer êrîş bir ser herêmên Qendîl, Zap, Metîna, Garê, Heftanîn, Avaşîn û Xakurkê. Hevdîtinên 'pêvajoya çareseriyê' ku heta wê rojê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dihatin kirin qedand û ji nû ve dest bi şer kir.

Erdogan bi komkujiya Pirsûsê re dest bi serdemek bi xwîn kir. Ji bo komkujiyê binixumîne çi ji destê wî hat kir. Li şûna girtina çeteyên DAÎŞ'ê ku komkujî kirin, rabû endamên HDP û SGDF'ê girt. Li gelek bajaran bi sedan kes hatin destgîrkirin û girtin.

DADGEH PIŞTÎ 2 SALAN PÊK HAT

Der barê lêpirsîna li ser komkujiyê, roja 23'ê Tîrmeha 2015'an biryara 'nepenîtiyê' hate dayin. Piştî ku 18 meh di ser komkujiyê re derbas bû, Serdozgeriya Komarê ya Rihayê gilîname amade kir.

Di gilînameyê de bersûc Yakûp Şahîn ku ji ber teqîna li Gara Trenê ya Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an hatibû girtin, Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balli ku hate îdîakirin li Sûriyeyê ne hatin darizandin û der heqê wan de heta 104 caran cezayê muebetê yê girankirî hate xwestin. Doza li ser Komkujiya Pirsûsê, piştî 21 mehan yanî 4'ê Gulana 2017'an roja Pêncşemê li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ya li Kampusa Girtîgeha Rihayê ya li Hîlwane dest pê kir.

LI MIDÛRÊ EMNIYETÊ YÊ NAVÇEYÊ KU PARA WÎ DI KOMKUJIYÊ DE HEYE, MÎNA XELATÊ 'CEZA' HATE DAYIN

Eşkere bûbû ku Midûrê Emniyetê yê Navçeya Pirsûsê Mehmet Yapalial haya wî ji bombeyê zindî hebû û li benda êrîşeke gengaz bû. Lewma ji ber berpirsyariya wî ya di komkujiyê de hate darizandin, lê mîna ku bê xelatkirin 'ceza' lê hate birîn.

Ji ber sûcê 'wezîfeya xwe nebaş bi kar aniye' 7 hezar û 500 TL cezayê pere lê hate birîn û dayina vî cezayî jî ji bo 12 mehan hate dabeşkirin. Malbatên qurbaniyan û birîndarên Pirsûsê piştî komkujiyê giliyê rayedarên meniyetê kirin. Piştre li Pirsûsê lêkolîna mufetîş hate kirin, lê biryar hate dayin ku tenê 2 polîs bên darizandin.

MALBAT, PARÊZER Û BIRÎNDARÊN PIRSÛSÊ HATIN GIRTIN

Ji polîsên bersûc Alî Koçak di îfadeya xwe de diyar kir ku li ser Abdûrrahman Alagoz ê ku êrîş kir wî agahî daye emniyetê, lê belê ti tedbîr nehatiye girtin. Tevî ku di ser komkujiya Pirsûsê re 3 sal derbas bûne, di dozê de gaveke erênî hîn nehatiye avêtin. Di nava 3 salan de sê dozgerên lêpirsînê û heyeteke dadgehê hatin guhertin.

Hêzên li pişt komkujiya Pirsûsê nehatin eşkerekirin, lê malbatên qurbaniyan, kesên bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bûn, şahid û parêzerên doza Pirsûsê hatin destgîrkirin û girtin. Ji parêzerên doza Pirsûsê Ozlem Gumuştaş û Sezîn Ûçar, ji birîndaran Havva Cûştan, Îlke Başak Baydar, Mazlûm Demîrtaş, Koray Turkay û Alî Denîz Esen çend ji girtiyan e.

ÊRÎŞ LI GORÊN QURBANIYAN HATE KIRIN

Malbatên qurbaniyên Pirsûsê dev ji lêgerîna xwe ya li edaletê bernedan. Ji bo çavê malbatan bê tirsandin, dewletê êrîş bir ser gorên kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan. Gora Veysel Ozdemîr a li Goristana Yenîkoy a Amedê 2 caran bû hedefa êrîşan. Gora Ece Dînç a 20 salî ya li Gorgistana Karacaahmetê bû hedefa êrîşa komek ji 15 kesî. Ala sor a bi gora Dînç ve hatibû daliqandin ji aliyê êrîşkaran ve hate şewitandin.

Yek ji kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, mamosteyê Îngilîzî Suleyman Aksû bû. Gora Aksû ya li navçeya Gever a Colemêrgê ji aliyê çeteyên dewletê ve hate xerakirin. Piştî ku Aksû li Pirsûsê jiyana xwe ji dest da, mala malbata wî ya li Geverê di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê çeteyên dewletê ve hat xerakirin. Malbata wî neçar ma ji Geverê koç bike.

EMRÊ WÊ TÊRÊ NEKIR KU EDALETÊ BIBÎNE

Yek ji qurbaniyên komkujiya Pirsûsê Polen Unlu bû. Dayika Unlu Şennûr Ayaz Unlu jî bêyî ku bibîne kujer tên darizandin, jiyana xwe ji dest da. Dayik Unlu 3'ê Nîsana 2018'an ji ber krîza dil çû ser dilovaniya xwe. Cenazeyê Unlu li cem gora keça wê Polen li Goristana Ihlamûrkûyû Çirçir hate veşartin.

Malbatên qurbaniyên komkujiya Pirsûsê ji bo darizandina kujeran û bicihhatina edaletê Însiytîfa Malbatên Pirsûsê ava kirin û 20'ê her mehê bi dirûşma "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" li Kadikoyê çalakiyê dikin. Bi banga malbatan wê di salvegera 3. a komkujiyê de li gelek bajaran çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.