Xelkê Kobanê bi meşeke girseyî Komkujiya Helincê şermezar kir

Şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina qirkirina jinê û komkujiya li Helincê bi rengekî girseyî meşiyan.

Gelên herêma Firatê ji bo şermezarkirin komkujiya li ser jinên têkoşer Leyla, Hebûn û Zihre daketin qadan û soza tolhildanê dubare kirin. Meş bi dirûşmeya ‘Kuştina jinê, xiyaneta li jiyanê ye’ hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtina ji bo hemû cangoriyên azadiyê li ser navê Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziya Mihemed axivî û got “Her roj li ser jinê êrîş tê kirin lê divê were zanîn ev êrîş wê nikaribe îradeya jinê bişkîne. Li ser jinê çiqasî êrîş hebe jî em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Bi têkoşîna jinan re wê dengê Yadê Emîne, Hebûn û Zihre bilind bibin. Wê nikaribin bi çekên kîmyewî û siyasetên qirêj îradeya jinê bişkînin. Çawa ku berxwedaniya YJA Starê hêza NATO’yê şikand û hêzên dagirker di Zapê de asê bûn wê li vir jî îradeya jinan terora dagirkerî û qirkirina li ser jinê tune bike.”

Li ser navê malbatên şehîdan Sara Xelîl jî got “Ev ne komkujiya yekem ku Tirk li ser Kurdan dike. Hêzên dagirker her roj komkujiyan dikin. Hê ev komkujî neqediyaye hevalê Ferhad ê ku her dem ji me re têkoşîn dikir, bû hedefa dewleta Tirk. Em jin em ê hêza xwe û têkoşînê xurttir bikin.”

Piştre girse çû qada bûyerê û sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Rêber Apo’ berz kirin.