'Xelîfetiya' dînan hildikume

'Xelîfetiya' dînan hildikume

Stratejiya êrîşa belavbûnê ya DAIŞ'ê li Sûriye, Iraq, welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, hildiweşe. Rojnameya Elman Frankfurter Allgemeine Zeitung, di nûçeyeke xwe de cih da nîşaneyên destpêka pêvajoya hilweşînê ya DAIŞ'ê û rewşa hemû eniyên wê analîz kir.

Di nûçeya FAZ a bi sernavê 'Xelîfetiya' dînan hildikume ya bi îmzeya Alfred Hackenberger de, hat destnîşankirin ku DAIŞ a piştî êrîşên destpêkê yên mehên Hezîran û Tebaxê li Iraq û Sûriyeyê herêmên girîng bi dest xistiye, êdî neçar maye xweji gelek eniyan vekişîne. Di nûçeyê de hat bibîrxistin, ku DAIŞ'ê beriya du hefteya kontrola navçeya Beycî ya eyaleta Selahaddînê winda kiriye, ku li vê navçeyê mezintirîn parzîngeha petrolê ya Iraqê heye û hat ragihandin ku gelek bajar û bajarok ji destê DAIŞ'ê hatine vegerandin.

FAZ'ê di nûçeya xwe de bibîr xist ku lîderê DAIŞ'ê Ebû Bekîr el Bagdadî bi propagandayeke 'wê tevahiya cîhanê bi dest bixin' dest bi êrîşê kiriye û bal hat kişandin ser rewşa serneketî ya leşkerên Iraqê û pêşmergeyan a di meha Hezîran û Tebaxê de. Di nûçeyê de hat destnîşankirin, ku li gel vê yekê jî hem Kurdan, hem artêşa Iraqê hem jî milîsên Şîa yên nû hatine perwerdekirin, li hemberî DAIŞ'ê serketinên mezin bi dest dixin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku DAIŞ'ê çavkaniyên xwe yên herî girîng ên hatineyê, bîrên petrolê winda kiriye ku ji van bîran rojane 1 heta 1,5 mîlyon dolar qezenç dikir û cih ji vê analîza pisporê selefî Hîşam el Hîşam ê bombebarana hêzên koalîsyonê nirxand re hat dayîn; "Bêguman DAIŞ qels kir. Ji bilî zerarên hatine dayîn, DAIŞ'ê êdî serbestiya tevgera xwe winda kiriye. Êdî dikare bi wesayîtên biçûk bikeve ser rê. Her wiha ji bo cihên wan diyar nebe, neçar man ragihandina navbera xwe kêm bikin. Dawiya DAIŞ'ê êdî bi tenê mijareke demê ye."

GIRÎNGIYA BERXWEDANA KOBANÊ

FAZ'ê di nûçeya xwe de ragihand ku DAIŞ êdî li Başûrê Kurdistanê û li herêmên derdorê di bin zexteke giran de ye û da zanîn, ku pêşmergeyan Sadiye û gelek wargehên li derdora Kerkûkê azad kirine. Di nûçeyê de berxwedana Kobanê hat destnîşankirin û wiha hat gotin: "Gelo Kobanê? DAIŞ'ê ji bo bajarê kurdan ê Sûriyeyê yê li ser sînorê Tirkiyeyê bi dest bixe, bi hezaran şervanên xwe şand wê derê. Cîhan sekinîbû û li benda têkçûnê (Kobanê) bû. Lê çend hefte di ser re bihurîn."

Di nûçeyê de gotinên Wezîrê Parastinê yê Kobanê Îsmet Şêx Hesen hat parvekirin, ku Hesen diyar kir çeteyên DAIŞ'ê êdî bi vekişînê re rû bi rû ye, xwe gihandibû heta nêzî navenda bajêr, lê niha bi sedî ji sedî 10 heta 20 ê bajêr dagir kirine.

Li gel gotinên "Di demeke kurt de em ê DAIŞ'ê bi temamî ji bajêr derxînin' a Hesen hat ragihandin ku çete dibin hedefa balafirên Amerîkî. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Kobanê ji bo DAIŞ'ê tê wateya têkçûneke gelekî giran û bal hat kişandin serketina YPG'ê ya di nava salekê de Rojava parastiye.

DAWIYA DAIŞ WÊ BIBE MÎNA YA ELMANYA NAZÎ

Di nûçeya FAZ'ê de herî dawî hat ragihandin ku stratejiya DAIŞ'ê ya bidestxistina welatên Rojhilata Navîn têk çûye û hilweşîna wê jî wê bişibe ya Elmanya Nazî ya di Duyemîn Şerê Cîhanê de. Ji pisporên saziya ramanê ya Amerîkî ya bi navê Forum Middle East Ayman el Tamîmî got, "DAIŞ'ê dixwest weke hêza ku serî li rojava daye tewandin, bê pênasekirin. Ev yek çavkaniya mejiyê Bagdadî bû û li hemû eniyan jî soza serketinê dabû. Lê belê êdî ne pêkane ku behsa vê were kirin. Vê îdeolojiya olî di dawiyê de biriye megalomanî. Rewşa DAIŞ'ê hêdî hêdî dişibe hilweşîna Elmanya Nazî. Di navbera polîtîkayên belavbûna êrîşkariya DAIŞ û Nazî de paralelî heye. Û (ji bo bidawîbûna DAIŞ'ê) eger pêwîstî bi dayîna demekê hebe, em li cihekî destpêka dawiya Elmanya Nazî ye."

FAZ'ê di nûçeya xwe de da xuyakirin, ku ji bo têkçûna DAIŞ'ê pêwîstî bi rawestandina 4 salan nîne, dayîna alîkariya çekan a ji bo Kurdên li Sûriye û Iraqê têrê dike.

DAIŞ DI WEŞANDINA NÛÇEYÊN KARESATÊ DE HOSTA YE

Di nûçeyê de hişyarî hat dayîn ku bi belavbûna DAIŞ'ê re milîtanên wê dikarin têkevin nava rêxistinên ser bi El Qaîdeyê yên mîna El Nûsra û Ahrar el Şam û hat destnîşankirin ku komên li Bakurê Efrîkayê yên ragihandin ku ew didin dû DAIŞ'ê, ji bo roja îro 'xeterî nînin'. 

Di dawiya nûçeyê de wiha hat gotin: "Ji komên nû wêdetir komên biçûk ên bîatî DAIŞ'ê dikin, heta niha ti roleke girîng nelîstine. Ji niha ve nikare behsa toreke kaosê ji bo welatên Bakurê Afrîka û Kendavê bê kirin. Ev yek bi tenê rewşeke ku stratîjîstên DAIŞ'ê di propaganda xwe de dixwazin bidin bawerkirin e. (Stratejîstên DAIŞ'ê) di weşandina nûçeyên karesatê de hosta ne."