Xelatên rojnamevaniyê Metin Goktepe hatin dayîn
Xelatên rojnamevaniyê Metin Goktepe hatin dayîn
Xelatên rojnamevaniyê Metin Goktepe hatin dayîn
16'emîn Xelatên Rojnamegeriya nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe bi merasimekê hatin dayîn
Di 6'ê Çileya 1996'an de Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û di bin çavan de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Goktepe 16'emîn xelata Rojnamegeriya Metin Goktepe bi merasîmekê hat lidarxistin. Merasîm li salona Burhan Gelek a Cemîyeta Rojnamegeriya Tirkiyeyê pek hat. Di merasimê de dayika Goktepe Fadime Goktepe, Wekîlê Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) Turgay Olcayto, Rêvberê TGC'ê Recep Yaşar, Cîgirê Serokê EMEP'ê Ender Îrmek, Nazım Alpman, Celal Başlangiuç, Încî Hekîmoglu, Esra Arsan, Fikret llkiz û TGC'ê Naîl Gurelî amade bûn. Di panela beriya merasimê ya bi navê "Hiqûqa Gerdûnî û Li Tirkiyeyê Azadiya Çapemeniyê" de Celal Başlangiç diyar kir ku rewşa azadiya ramanê û çapemeniyê bi hêjmara rojnamegerên girtî tê diyarkirin Başlangiç, da zanîn ku piraniya rojnamegerên girtî kurd in."
Fikret Îlkîz jî di panelê de li ser rewşa azadiya ramanê ya neteweyî û navneteweyî rawestiya û wiha got: "Tirkiye gelek peymanên mafên mirovan ên navneteweyî îmze kiriye. Lê gelek kes ji ber fikr û ramanên xwe girtî ne."
Esra Arsan jî anî ziman ku Tirkiye di aliyê rojnamegerên girtî de di pêş gelek welatên cîhanê de ye. Arsan pakêtên darazê jî rexne kir û da zanîn ku tenê ji şekl û şema pêk tê û naveroka van guhertinan vala ye.
XELAT HATÎN DAYÎN
Piştî panelê xelatên Goktepe hatin dayîn. Di qada resîman de Gulbahar Bozkurt xelat da dayika Goktepe Fadime Goktepe. Di xelata nûçeyan de nûçeya sernavê "İcralık Eden Dayanişma" ku di rojnameya Mîlliyetê de hat weşandin Arîf Balkan wergirt. Xelata nûçeya bi dîmen jî Nûçegîhanê Kanal D'ê Ozgen Bîngol û kareraman Arda Sevimlî bi nuçeya "Panzer 20, Dur Gitme" wergirt. Di xelata wêneyan de Faruk Ayyildiz bi nûçeya "Pencereden Gorunen Aci" ya di Ewrenselêde hat çapkirin û "Kana ve Çamura Bulanmış Kimlik" ku li Roboskî hat kişandin xelat wergirt. Xelata Rojnameyên herêmî jî Rojnamegerên Rîzeyî Gençaga Karafazli û Fehmi Demir wergirtin.