Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hate dayin

Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamevaniya Şehîdên Çapemeniya Azad a 28’emîn hatin dayin.

Her sal ji bo bîranîna zana, nivîskar û rojnamevanê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) xelatên rojnamegeriyê ango pêşbirka xelatan tê dayîn. Îsal jî rojnameya Yenî Yaşamê 28’emîn Xelatên Mûsa Anter û Rojnamevaniya Şehîdên Çapemeniya Azad hat lidarxistin. Bi merasîmek hat amadekirin de xelatên rojnamevanên hêjayî xelatê hatine dîtin dan wan. Merasîm li Komeleya Mafê Wekhev a Ji Bo Şopandinê ya li navçeya Beyoglûya Stenbolê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, parlamenterên HDP’ê, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Dayikên Aştiyê, nûnerên gelek saziyên rojnamevanan, nûnerên rêxistinên civakî û gelek rojnamevan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, nivîskar û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî, Xwediyê Îmtiyazê yê Yenî Yaşamê Ridvan Tûran û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu name şandin merasîmê.

Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk axivî û bal kişand ser girîngiya sed saliya Apê Mûsa û kedkarên çapemeniya azad ku bûne dengê gelan pîroz kir. Çelîk destnîşan kir ku ji ber ew li ser xeta heqîqetê û rasteqîniyê dimeşin û nûçeyan derxistin holê bedelên giran dan û ji bo pênûsa wan bedelan li erdê nemîne dê xebata xwe bidomînin.

Piştî axaftina Çelîk, sînevîzyona li ser jiyana Apê Mûsa û çapemeniya azad û Kurd hatibû amadekirin hat nîşandan.

Pişt re derbasî beşa xelatdayînê bû.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xelata nûçegihanê ajansa Mezopotamya Erdogan Alayûmat ku di nûçeya Tirkî de bûbû yekemîn da.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan dema xelat da destnîşan kir ku zîhniyeta ku Apê Mûsa qetilkirin îro li ser îqtîdarê ne.

Kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter jî bi rêya vîdeoyê beşdarî merasîmê bû û axaftinek kin kir û got rojnamevanî li vî welatî pîşeyek hêsan nîn e.

Rojnamevan Tugrul Eryilmaz xelata rojnamevan Ercument Akdenîz ê di Beşa Juriya Taybet a Nûçeya Tirkî de bi ser ketibû da.

XELATÊN ROJNAMEGERIYÊ

Di beşa kurdî de jî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Fahrettîn Kiliç xelata xwe ji destê Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû wergirt. Nûçegihana MA’yÊAyşe Surme jî xelatê ji destê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk wergirt.

Nûçegihana JinNewsê Medya Uren jî ku di xelata Kurdî de bi ser ket xelata xwe ji destê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn girt. Eren Keskîn anî ziman ku Mûsa Anter kesayetek rasteqîn yê Kurdistanî bû.

Di beşa Nûçegihaniya Jin a Gurbetelli Ersoz de jî rojnamevan Sîbel Yukler a ji Rojnameya Karincayê ku bi ser ketibû xelata xwe ji Midûra Karên Nivîsan a Yenî Yaşamê Încî Aydin girt.

Nûçegihana me Arjîn Dîlek Oncel jî ku di beşa Juriya Taybet a Nûçegihaniya Jin a Gurbetellî Ersoz de bû yekemîn xelata xwe ji destê Dayika Aştiyê Guler Duman girt.

Rojnamevan Zeynep Kûray a di beşa wêne de bi wêneyê xwe “Dorpêç” bû yekemîn, rojnamevan Fatoş Erdogan a ku bi “Wêneyê Tirkiyeyê” bû duyemîn û rojnamevan Seda Taşkin a bi wêneyê Heskîfê hêjayî Xelata Jûriya Taybet a Wêne hat dîtin wergirtin.

Rojnamevan Ender Ondeş xelatê da Zeynep Kuray. Dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan xelat da Fatoş Erdogan û rojnamevan Huseyîn Kalkan jî xelata Seda Taşkin dayê.

Beşîr Geroglû yê di beşa Karîkatûrê de bû yekemîn xelata xwe ji rojnamevan Nejbir Aydogan girt û her wiha Kiymet Guven a di beşa Juriya Taybet a Karîkaturê de jî bi ser ket xelata xwe ji rojnamevan Recep Karadogan wergirt.

Merasîma xelatê bi girtina wêneyê komî bi dawî bû.